
Hunermend Pinar Aydinlar piştî 6 salan bi albûma “Gidenlerimiz Bêkes’lere” derket pêşberî muzîkhezan. Aydinlar albûm diyarî zarokê bi navê ‘Bêkes’ ê ku dema bavê wî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, hat dinê û zarokên din kir.
Di albûmê de stranên Tirkî, Ermenî, Kurmancî-Kirmanckî û Hemşînî hene, û rêveberiya wê Îsmaîl Îlknur kiriye. Di albûmê de hunermendên wekî Gulten Akin, Muzaffer Ozturk, Onur Gugercînoglu, Tebo, Onder Karataş, Mehmet Kurt, Niyazî Koyuncu, Yilmaz Çelîk, Kutsal Evcîmen, Sezar Avedîkyan û rojnameger Pakrat Estukyan piştgirî dan Aydinlar.
Ji Geziyê heta Pirsûsê
Aydinlar ji bo êşa gelê Ermenî heta salên 80’î yên Cizîrê û berxwedana Geziyê ji bo bûyerên dîrokî ên cihêreng distêre.
Aydinlar beriya berxwedana Geziyê dest bi xebatên albume kiribû. Lê dema xebatên wê dewam dikir, komkujiya Pirsûsê û qedexeya derketina derve li bajarên Kurdan pêk hat. Ev bûyerên pêk hatine di şêwegirtina albume de bi roleke mezin rabûn. Aydinlar da zanîn ku taybetiya herî mezin a vê albume ew e ku li şûna paşnavê berê (Sag) paşnavê xwe bikartîne û wiha peyivî: “Ev albûm di heman deme de wekî jinekê, şoreşa min e.”
Cizîr birîna ku nayê girtine
Aydinlar, sedema navlêkirina “Gidenlerimiz Bêkes’lere” wiha rave kir: “Kî çi dibêje bila bibêje, Cizîr ew birîn e ku nayê girtin. Ji ber wê me got ji Bêkesan re. Roja Orhan Tunç hat qetilkirin zarokê wî Bêkes hat dine. Destpêkê navê wî kirine Bêkes û piştre navê wî guhertin. Orhan Tunç, Mehmet Tunç û hevalên me yên din li ber çavê hemû cîhanê hatin kuştin. Ti aliyên wê yên bên efûkirin tine ye. Ji ber min xwe li dijî Orhan Tunç û Mehmet Tunç berpirsyar dît, min navê albûmê kir Bêkes.”
Ne bêkes in
Aydinlar, li ser pirsa “gelo bi rastî bêkes in yan jî xwe xwest peyamekê bidin” ev bersiv da: “Bêkes nînin. Gelê Kurd ne bêkes e. Zarokê Orhan Tunç ne bêkes e. Yan jî zarokên ku jiyana wan ji deste wan hatiye dizîn, ne bêkes in. Çima ne bêkes in, ji ber ku em hê jî ne mirî ne. Hevalên me ne mirî ne û dîrok hê jî nehatiye reşkirin. Dîroka berxwedêran hê jî nehatiye jêbirin. Dibe ku di malbatekê de 7-8 kes hatibin qetilkirin, mala gelek kesan xirabû, lê cîranê wî hat û ji bo wî giriya. Di vê Bêkesiya heyî de îroniyek heye. Her wiha ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetilkirin, me got ‘Bêmirin dibin kesên diçin Sûrê. Dema em dibêjin Sûr Tahîr Elçî û dema dibêjin, Sûr, Tahîr Elçî tê bîra me.”
Bêdeng rawestan ne karê mirovan e
Aydinlar bi lêv kir ku strana bi Ermenîkî ji ber soza ku daye hevalekî nêzî Rêveberê Weşanê yê Rojnameya Agos ê Hrant Dînk, bi cih bîne, gotiye û wiha pê de çû: “Rojnameger Pakrat Estukyan di xwendina stranê de alîkarî da min. Ji niha û pê ve hindê ji destê min bê ez ê stranên bi zimanê din jî bixwînim. Birîn li kû be divê em ji wê birînê re bibin derman. Îro Kurdistan vegeriyaye deryaya xwînê, hevalên me tên girtin û ev qas pêkanînên dijmirovane hene, li dijî vê bêdeng mayîn ne karê mirovan e. Min xwest ez straneke bi navê ‘Kolanên Cizîrê‘ bixim nav albûma xwe. Di hevokên dawî yên stranê de behsa berxwedana Sûr, Nisêbîn, Gever û Kurdistanê dihat kirin, lê fîrmaya min ev nepejirand.”
‘Kolanên Cizîrê’
Aydinlar diyar kir ku qada muzîk û çandê qada têkoşînê ye û wiha axivî: “Ji bo strana ‘Kolanên Cizîrê’ hevalekî min ê derhêner ku mala wî li Cizîrê xirab bûbû got, ‘We stranek li ser Cizîrê çêkiriye, wekî Cizîriyekî ez dixwazim klîba wê bikişînim’ kamerayên xwe anîn û hat. Em fikirîn me got, li Stenbolê cihê ku herî zêde me rihet dike ku der e. Em fikirîn ku ew ê taxa Gazî be. Em çûn taxa Gazî û me klîb çêkir. Di demên pêş de dê bê weşandin.”
12’ê Sibatê konser
Aydinlar 12’ê Sibatê ji bo nasandina albûma xwe li Navenda Çanda Bajar a Şîşliyê konserekê dide. Aydinlar wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Deriyê me ji heval, hevrê û canan re vekiriye. Lê bila dijminên me neyên. Hunermendek di heman deme de şervanê gelê xwe ye jî. Ez ê di konserê de strana Cizîrê jî bibêjim. Heta ji me bê û zimanê me digere em ê bibêjin.”
SADIYE ESER / DÎHABER