Rojnameya Kurier bi ser navê “Zarokan jî dikujin” behsa çalakiyê kiriye. Rojname dide zanîn ku xebatkarê xizmetên ciwanan Alî Gedîk, roja yekşemê çalakiya xwe bi “Êdî bes e” daye dest pê kirin. Gedîk ê 54 salî yê ji Bazarcixa Mereşê di ketina Mteroya hejmar 1 de li Oppernpassage ya li Vîyaneyê çalakiya xwe daye destpêkirin.

Gedîk bi vê balê dikşîne ser siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk û binpêkirinên mafê mirovan ên li Bakurê Kurdistanê. Ew armanca xwe jî weha raffe dike, “ez dixwazim ku êdî siyasetvanên awustûryayî û ewropî ji Erdogan re bibêjin, bisekine, wisa Nabe! Ev şerekî neragihandî li dijî sivîlan e.” 


 VIYANA