Li Swîsreyê piştî ku sezona turîzmê dest pê kir, dewletê Swîsreyiyên dixwazin biçin Tirkiyeyê hişyar kirin. Di daxuyaniyê de ji bo bajarên Kurdan hat gotin, dibe ku serhildan û xwepêşandan li wan çêbin û hat gotin, Rewşa Awarte (OHAL) jî êdî li Tirkiyeyê mayînde bûye.

Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê (EDA) ev daxuyanî da û nexasim jî kesên ku welatiyên du welatan in hişyar kirin. Swîsreyê got, welatiyên Swîsreyê ku di heman demê de welatiyên Tirkiyeyê ne, heger nexweşiyek, tifaqek li Tirkiyeyê bê serê wan, ew nikarin xizmeta konsolosî bidin wan ji ber ku Tirkiye van kesan tenê weke welatiyê xwe dibîne. Wezaretê îşaret bi teqîn û şerê li Tirkiyeyê jî hat kirin.

Holadayê hişyar kir

Wezareta Karê Derve ya Holandayê derbarê Tirkiyê de welatiyên xwe hişyar kirin û diyar kir ku heke rejîma Erdogan rexne bikin, tehlûke wê li ser wan hebe.

Holandayê diyar kir ku kesên bi Serokomarê Tirk re ne xwedî heman dîtin û nêrînê bin, dibe ku ji ber parvekirinên xwe yên tevna civakî bên destgîrkirin û dersînorkirin.

Di hişyariyê de hate gotin ku polîsên sînor telefon û komputera kesên ji bo geştê diçin Tirkiyê kontrol dike û belgeyên li dijî Erdogan û dewleta Tirk digere.

 

ZURICH / AMSTERDAM