Pêşbirka îsal pêşkêşî ji bo şehîdên berxwedana Bakurê Kurdistanê tê kirin. Pêşbirka îsal di 22 Nîsana 2016’an destpê dike û kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta 25 Hezîrana 2016’an berhemên xwe bişînin, Naven­da Saziya Ciwanan a Mexmûr’ê. Merasîma 2’emîn Xelatên Wêjeyê yên Ş.Deniz Firat wê di 8 ‘ê Tebaxa 2016 de li wargeha penaberan a Mexmûr’ê pêk were.

 

Mercên pêşbirkê;

Zimanê pêşbirkê Kurdî(Kurmancî, Kirmanckî, ­So­ranî), Erebî û Tirkî ye.

Her wiha mercên pêşbirkê wiha ne; jî divê berhem beriya pêşbirkê li ti cihî nehatibin weşandin.

Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.

Beşdar divê berhemên xwe tevlî kurte jiyana xwe herî dereng heta 25’ê Hezîrana 2016’an bi riya e-mailê bigihînin destê me.

E-mail û jimera telefona pêşbirkê jî wiha ne; yekitiyaxwendevanenazad@hotmail.com, yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com, www.facebook.com/denizfirat2015

00964 750 884 92 06

00964 750 884 05 22


 MEXMÛR / ROJNEWS