Li paytexta Swîsre Bernê, Çalakiya Çand û Sporê ya Bîranîna Şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Ciwanên Azad ve bi dirûşma “Çi dibe bila bibe wê encam bêhempa be” li Kompleksa Sporê ya Bern Badenweîdê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di axaftina destpêkê ya çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê ciwanên Kurdistanî yên li Ewrûpayê dilsozê bîranîna şehîdên xwerêveberiyê bin û hate gotin, “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdeke giran de ye, ciwanên Kurd wê bi têkoşîna xwe tecrîda li Îmraliyê bişikînin.” Di tûrnûvaya futbolê de 10 tîm hatin hemberî hev. Di encama pêşbirkê de tîma Anadolîa bû yekemîn, FC Kurdischer bû duyemîn, Şîrîn Elbîstan jî bû sêyemîn. Çalakî bi dayina xelatan qediya.
ANF/BERN