Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê hêzn YPG’ê wekî hêza parastina herêmê qebûl kir û sîstema xweseriya demokartîk wekî sembola demokratîkbûnê di pirojeyên xwe yên xebatê dede destnîşan kir.
Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê di navenda xwe de civînên hevbeş ku hemû pêkhate lê amade dibin civîna lidar dixin û semînerên taybet li ser parastina ewlekariya herêmê, biratiya gelan û pêşxistina jiyana hevbeş lidar dixin. Her wiha Meclîsa Biratiya Gelan pirsgirêkên ku di nava pêkhateyan de derdikevin çareser dikin. Rayedarên Meclîsê destnîşankirin ku heta niha wan zêdeyî 350 pirsgirêkên civakî çareserkirine.
Meclîsa Biratiya Gelan a Helsekê her dem li riyên çareseriya pirsgirêkên di nava hemû pêkhateyan de digerin û pêkhateyên bajarê li hev tînin, her wiha alîkariyan koçer û xizanan dike û ciwanên pêkhateyên din fêrî çanda alîkarî û hizkirina welat dikin.
Meclîsa Biratiya geln li dijî planên derve ku li dijî biratiya gelan têne kirin disekinin û bi hemû îmkanên xwe ji bo jiyana hevbeş û birtiya gelan tekoşîn dike.
ANHA/HESEKÊ