Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa Suriyê û Rojavayê Kurdistanê re, piştî ku li Rojava rewşek aram pêk hat û hêzên rejîmê hatin derxistin, gundiyên ku erdên wan ji dest hatine stendin, hewl didin ku erdên xwe yên din ên tije kevirin ji bo çandiniyê amade bikin. Bi tunebûna alav û teknîkên ku pê erdan paqij bikin, welatiyan bi destan erd ji keviran paqij dikirin. Her wiha ji ber ku traktoran nedikarin bikevin nava van erdan, zevî bi heywanan û amûrên kevin dihatin kêlan. Berhemên derdiketin jî bi dasan dihat çinîn.
Di salên dawî welatî bi alavên pêşketî yên wekî “Tireks” gelek erd ji keviran paqij kirine. Yek ji van gundan jî gundê Robariya yê girêdayî bajarê Dêrikê ye. Şêniyên gund ev demeke hewl didin ku erdên xwe yên tije kevir in, paqij bikin û ji bo çandiniyê amade bikin.
Şêniyên gund ji kevirên ku ji nava zeviyan kom dikin jî feyde digirin û bi wan hem derodara erdê hatiya çandin diparêzin hem jî dora xaniyên xwe digirin.
DÊRIK