Di 9'ê Çile de li Parîsê 3 jinên siyasetmedar ên Kurd Sazûmankara PKK'ê Sakine Caniz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Cenazeyên 3 jinên Kurd li Parîsê û Amedê ji aliyê 100 hezaran ve hatin oxirkirin. Piştî cenazeyên 3 jinên Kurd li bajarên wan hatin definkirin, dayika 63 sali Asya Şimşek helbestek nivisand. Li navçeya Farqîna Amedê dayika 63 salî Asya Şimşek, piştî ku 3 jinên siyasetmedar ên Kurd hatin qetilkirin, 3 roj şûnde helbest nivîsand. Şimşek bi helbesta xwe hem hestê xwe û hem rastiya jiyanê anî ziman.
Helbesta Şimşek
Lo lo Qêre geçî û Qêre geçî
Mi got ji te da biweşi dest û pêçî
Min got te çima li bajarê Avrupa se xazale min kir seydu neçîr
Xezala min te pişta xwe da axa saro temeliya çeka xwe lı kê kir
Xezala min got buhari xwaş buhari min dît dar u berê çiyayê Kurdistane tev zinarî
Xezala min heyfa çavê reş û belek çawa neyar hûn bi cahîlî kirin bin axa sari
Xazala min dît sibeyi sibe sarê xeberîk ji dayîkê wera hat bi hewarî
Li bajarê Avrupa keçê hûn xwarin weke gûre harî
DÎHA/AMED