MEM AVBA / ANF/ŞENGAL

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de diyar kir ku destê dewleta Tirk di 73 fermanên li ser Êzidiyan de heye û bal kişand ser girîngiya tifaqa Êzidiyan. Hecî îşaret bi metirsiya li ser civaka Êzidiyan kir û got, “Qirkirin û fermana li ser Êzidiyan hêj bi destê dewleta Tirk dewam dike. Yekane riya pêşîgirtina vê qirkirinê yekîtî, tifaqa civaka Êzidî, mezinkirin û xwedîderketina li hêza xweparastina Êzidxanê ye.”

Hisên bal kişand ser aloziya li Iraqê jî û got: “Dewleta Tirk a qirker ji vê sûd werdigire û êriş tîne ser Şengalê. Niha dewleta Iraqê bi alozî û qeyranekê re rû bi rû ye û nediyarî heye. Lewre divê em weke civaka Êzidî hêza xwe ya parastinê YBŞ’ê xurt û mezin bikin ku em bikarin pêşî li metirsiyên li ser civaka xwe bigirin.”

Hisên Hecî diyar kir ku ferman îro jî bi destê dewleta Tirk û Erdogan dewam dikin û ya DAIŞê nekarî bike temam bikin: Lewre em bang li tevahî miletê Êzidî dikin; bila dengê me bibihîzin; îro balafirên dewleta Tirk tê li ser xaka Iraqê, li Şengalê li avahiyeke YBŞ’ê ya di nav mala Êzidiyan de dide, çar fermandar û şervanên Êzidiyan qetil dike. YBŞ hêza parastina Êzidxanê, civak û nirxên me ye; hêzeke fermî ya beşeke artêşa Iraqê ye. Lê belê heta niha me nedîtiye ku kesekî dengê xwe derxistiye û nerazîbûn nîşan daye. Divê em xwe nexapînin, îro ev komkujî li ser YBŞ‘ê ye, sibe li ser hêz û cihekî dîtir e. Divê em dengê xwe bilindtir bikin.