Li paytexta Fransa Parîsê ciwan li Dergeha Pîr Sûltan Abdal ji bo cemê li hev civiyan. Perwerdeya li ser rê û rêbaz, pîvan û girîngiya cemê, ji aliyê Pîr Riza Yagmûr ve hat dayîn.
Cem a ciwanan ku doh li Parîsê hat lidarxistin, tê plankirin ku li gelek herêmên Fransayê were organîzekirin. Cem a ciwanan di destpêkê de ji bo hînkirina çanda Elewiyan ji ciwanan re weke perwerdeyekê ye. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî cemê da. Di cemê de bal hat kişandinî ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û hat gotin, li Ewropayê ji bo van hilbijartinan di 8-31-'ê Gulanê de wê deng werin bikaranîn. Bang li ciwanan hat kirin ku bi awayekî aktîf cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigirin.
ANF/PARÎS