Li gor agahiyên ku Cengî dan ji Herêma Başûrê Kurdistanê 220-230 kes ji bo cîhadê çûne Sûriyê û grûbeke bi navê Kurdên Iraqê dirûstkirine. Berpirsê dezgeha Parastin û Zanyarî Cengî derbarê çûna ciwanên Herêma Kurdistanê wiha got: “Ji Silêmanî û Helebce, zêdetirî 100 ciwan, ji Hewlêrê û Behdînan zêdetirî 60 kes, ji Kerkûk û bajarokê Xurmatû jî nêzî 60-70 kes çûne Sûriyê.

Cengî bi agahiyên di destê wî de hene bawer e û dibêje: “Di destê me de zanyarî hene ku kesên bi navê cîhadê çûne Sûriyê, hemû jî tên perwerdekirin. Grûbek taybet a girêdayî Kurdên Iraqê avakirine û di hemû waran de hatine perwerdekirin.” Lahur Şêx Cengî destnîşan kir ji wan kesan, 25 kesan ragihandine ew ji bo bûyerên întixarî amadene. 


‘Çûna bi navê cîhadê heram e’

Komîteya Fetwayê ya Herêma Federal a Başrê Kurdistanê ragihand ku çûna Sûriyeyê ya ji bo cîhadê heram e. Komîteyê şandina ciwanan ji bo tevlîbûna şerê li Sûriyeyê di bin navê cîhadkirinê de, heram kir. Di wê der barê de, endamê komîteyê Ehmed Şafiyî daxuyanî da û diyar kir ku wateya cîhadê li Sûriyeyê hatiye çewtkirin û cîhad nayê wê wateyê ku bi kujî. Şafiyî aşkere kir ku ew ciwanên ku çûne ji bo şerê li Sûriyeyê bi navê cîhadê, tu xêr ji wan re tune ye, ji ber ku ew ne di xizmeta îslama rast û dîn de ne.

DÎHA/HEWLÊR