Ji partiyên tevlî hilbijartinê bibe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li ser naverok, manîfestoya tevlîbûna hilbijartinê û taybetmendiyên namzetan daxuyanî dabû. Niha jî namzetên PÇDK'ê ku tevlî hilbijartinê bibe çend der barê proje û armanca tevlêbûna lîsteya PÇDK'ê de nerînên xwe anîn ziman.

Dr Faik Gulpi, diyar kir ku sedema tevlêbûna lîsteya PÇDK'ê ji ber ku PÇDK li Herêma Federal a Kurdistanê xeta Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye pêş xwe diparêze cih digire. Gulpî, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku xizmetên zêde bidin gelê Kurd û neteweya Kurd û wiha got: “Xeta ku PÇDK daye pêş xwe Xeta Rêber Apo ku li Kurdistana Bakur û Rojavayê Kurdistanê daye pêş xwe ye. Li Kurdistana Bakur çawa BDP xizmeta azadî û demokratîkbûna Kurdan û civakê dike hedefa me ji ew e. Pirsgirêka herêmê ya herî mezin bîrdozî û stratejîk e, PÇDK dê çareser bike.”
Gulpî destnîşan kir ku ti partiyên din ne xwedî bernameya ku pirsgirêkên bîrdozî û ramyarî çareser bike. Xeta PÇDK’ê rêbaza nû ya gelû Kurd ji nav derketiye. Namzetê PÇDK'ê, Abdulvahap Ahmet Abdullah, jî  got: “Em hem li kolanan û hem jî li meclisê dixwazin bibin dengê gel û kesên muxalif.”
Namzetê PÇDK’ê Osman Eziz Mehmet Emin, jî destnîşan kir ku herêm hem di qada îdarî û hem jî di qada aborî de pirsgirêkan dijî û ew armanc dikin ku pirsgirêkên herêmê yên îdarî, aborî û civakî çareser bikin. Emîn, da zanîn ku bernameya PÇDK'ê xwedî hêz e ku hemû pirsgirêkan çareser bike.

Parastina mafê hilbijartinê  

Suwer Xurşit Eziz, jî da zanîn ku di navbera Dewleta Iraq û Hikûmeta Federal a Kurdistanê de xala 140'an bûye pirsgirêka herî mezin û dê bi çareseriya vê xalê pirsgirêkên sinorê Kerkûk, Duzormato û Şengalê jî çareser bikin.
Namzetê PÇDK'ê yê Hewlerê Şakir Mustafa Mevlud, jî da zanîn ku ew dê pirsgirêkên betalî, aborî, demokratîkbûn û siyaseta demokratîk çareser bikin û ji bo her saziyek sivil a civakî projeyek demokratîk pêş bixin. 

HEWLER