Ji bo ciwanan kampa havînê
NEJBÎR OSMAN
ANHA/QAMIŞLO
Bi piştevaniya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yekemîn kampa havînê ya ciwanan vekir.
Bi beşdariya 40 mêr û jinên ciwan kamp li gundê Siwêdikê turizmî yê girêdayî bajarê Dêrikê çêbû. Kampa ku 1’ê Tîrmehê de dest pê kir dê heta 15’ê vê mehê bidome.
Bernameyeke rengîn
Di kampa havînê de gelek bername hene. Li gel perwerdeya spor û fikrî, pêşbirk, nexşekirin, şano, xwendina helbestan, stran, avjenî jî hene.
Jiyana bi xwezayê re
Yek ji beşdarên kampê Meydade Husên li ser kapê peyivî û got: “Hedefa sereka ya vekirina kampê geşkirina behreyên çandî ye. Ev pêngavek destpêkê ye ku ciwan xwe li ser bingehê behreye xwe xwe ava dike. Tişta herî balkêş li kampê jiyana di hembêza xweza û hevsengiya pê re ye.”
Hevaltiyê xurt dike
Alan Bêkes yê ji Hesekê jî got: “Vekirina kampên wiha û beşdariya ciwanan, dihêle ew rewşê ji nêz ve dûrî jiyana kapîtalîzimê bijîn û bi perwerdeyê kesayeta xwe di ber çavan re derbas bikin. Ev kamp di navbera ciwanan de rihê hevaltiyê çêdike û nêrînên wan bi rêya nîqaşan xurt dike.”