Van rojan bûyerên berovajî hev li Başurê Kurdistanê diqewimin. Li aliyekî weke ku bi zanebûn û pilankirî be, pêlek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin Tirkiyê da ku derbasî welatekî sêyemîn bibin ango biçin Ewrûpayê. Tevî ku bi rojan e di çapemeniyê de dîmenên cesedê mirovên ku xwestine derbasî Ewrûpa bibin û li peravên Îtaliya û Yewnanê tên dîtin jî ciwanên Başûrê berê xwe didin derveyî welêt.
Bazirganên mirovan pir vekirî û li ber çavên hêzên ewlekarîya Başûr, ciwanan kom dikin û bi pereyekî xeyalî berê wan didin Tirkiye ji bo wan derbasî Ewrûpa bikin. Di weşanên TV'yên PDK´ê de qaçaxçî û bazirganên mirovan didin axaftin ka çawa ciwanên Başûr derbasî Ewrûpayê dikin. Tê zanîn ku berî demekê heman bazirganan li bajarên Bakurê Kurdistanê Êzîdiyên Şengalê yên penaber xapandin û ew heta bi Edîrneyê biribûn.
Ev pêla koçberiyê eger pirr pilankirî jî be, lê dîsan encamên krîz û pirsgirêkên li ser hev kombûyî ya li Başûrê Kurdistanê ye. Krîza rêvebirî, siyasî, aborî, civakî û hwd..
Ev encam dihat texmîn kirin ji ber ku rexmê ku dizanin tiştên dikin şaş e, lê ev ciwan wê dikin, ji ber ku bi kultureke dûr ji rihê netewî û demokrasî, ne li ser esasê berpirsiyariyan hatine perwerdekirin. Dema dibînin ku berpirsiyarên wan di jiyaneke mîna padişahan de ne, hemû dahatên welêt ji xwe re dibin, ji bo "kursiyeke serokê herêmê" dikarin her tiştî bikin û bi ser de jî ti xizmeta wan ji bo civakê nîne û bi eşkereyî mesafeyek pir fireh ketiye navbera gel û rayedaran. Van hemûyan bêhêvîtiyeke mezin li ba ciwanan afirand.
Koçberbûna bi komî ya ciwanan, tê wateya; ne ev civak û ne jî hikûmetê karîbûn nifşekî bi saxlem perwerde bikin û ciwanan bixin xizmeta civaka xwe. Perwerdeya ku "hêviya wî bi derve ve ye, bi jîyaneke pûç û xeyalî, hînkirina kultura dagirkeran" berpirsyarî li ba ciwanan kûştiye. Niha jî wisa bûye, mîna ê dema desthilatdarîye Emewîyan dihate gotin "ji bo filitandinê her kes bi çermê xwe baz dide". Ji çi baz didin ? Ew bi xwe jî nizanin kîjan çarenûs benda wan e. Ew bixwe dibêjin: " Ji tinebûnê, bêkarî, ne edaletî, û cudahiyê " baz didin. Lê gelo dizanin ku sedemên wan tiştan bêdengî û nebirêkxistiniya wan bi xwe ye. Ji ber ku beşeke din ji ciwanên Başurê jî hene ku tevahî berovajî diponijin.
Van rojên dawî jî bi dehan ciwanên Başur berê xwe dan çiyayên Kurdistnê û tevlî refên gerîlla bûn. Ev tevlîbûn, di demekê ku rayedarên PDK ji tevgera azadîya gelê Kurdistanê re dibêjin Şengal û Kobanê vala bikin de, çêbû. Ciwanan bi vê gavê xwe bersiva rasterast ya vê daxuyaniyan dan. Ciwanên tevlî gerîlla bûne di vê rêveqetina ji felsefeya mirinê re dibêjin "NA", hêviya jiyana nû wan kişandiye çiyayên Kurdistanê. Ciwanên tevlî refên gerîlla bûne dibêjin " em nema li hemberê dû tiştan bêdeng û xemsar bin" ," Hem êrişên DAIŞ'ê hem jî jiyana ku li ser me dihat ferzkirin û em ji bo jîyaneke nû ji bo xwe û civaka xwe hatine". Di nava van dehan ciwanan de çend jinên ciwan hene dibêjin, "Em nema koletiyê qebûl dikin."
Eger mirov bixwaze civakekê nas bike, divê destpêkê li rewşa jin û ciwanan binêre û bibîne. Ev du beşên girîng ên civakî rola wan çi ye?, Tevlîbûna wan a nav jiyana civakî, siyasî, aborî û kulturî di kîjan astê de û rola wan di çareserkirina pirsgirêkên civakê de çi ye? Ji ber ku ciwan û jinan bi herdu aliyên xwe yên erênî û nerênî jî dikarin ji bo jiyana civakekê diyar bikin. Gava ev pîvan li jiyana Başûrê Kurdistanê werin xistin wê demê rêveqetîna ciwanan ji bo qutbûna ji vê sîstem û jiyana ku wan dirizîne rewa ye û mafê wan e. Lê mîna ku bi dehan ciwanan berê xwe daye jiyana nû û xwe avakirinê li çiyayên Kurdistanê, mirov dikarê bibêje rêveqetîneke rast e, nexwe ya din ne tenê jiyan, mirin bi xwe ye.