Şirketa Sotemeniyê ya girêdayî navedê karîbû rê li ber bazirgan û keysbazên ku mazot û penzînê li gorî berjewendiyên xwe tev digeriyan û bi buhayê giran difirotin welatiyan, bigre. Navendê alîkarî da malbatên şehîdan, şervanên YPG'ê û YPJ'ê, endamên mecîl û saziyan û 23 hezar madeya gazê bê pere li wan belav kir.
Navenda Geşkirina Aboriyê ya herêma Kobanê di 8 heta 21'ê nîsanê de nêzî 161 hezar lître mazot li 190 welatiyên cotkar ên herêmê bi buhayê her lîtreyek bi 60 L.S, belav kir.
Navendê ji bo zeviyên genim 85 hezar lître ku karibe têrî 435.8 hêkter bike, û ji bo baxçe û çandiniya zebzeyan 76 hezar lître ku têrî 181 hektar erd bike, li cotkaran belav kir. Yanî ji bo her hektarek erdê genim yek bermîl mazot û ji bo yek hektar erdên baxçeyan du bermîl hatin veqetandin.
Belavkirin bi kordînekirina di navbera Navenda Geşkirina Aboriyê ya herêmê û komîteyên çandiniyê yên meclîsên xetên gundan ên rojava û rojhilatî Kobanê û bi alîkariya Mala Gel tê kirin. Di destpêkê de komîteyên çandiniyê li ser li herêmê gereke şopandinê dikin, miqdarê erdan nas dike, raporekê derbarê miqdarê erdan de amade dike û radestî Navendê dikin. Li gorî vê jî navend û Şirketa Sûtemeniyê ya girêdayî navendê tev digerin.
Ji ber ku herêm ji aliyê komên çete hatiye dorpêçkirn û gelek qaçaxçî, kesên keysbaz, bazigan li gorî berjewendiyên xwe yên taybet tev digeriyan û mazotê bi buhayên giran difirotin welatiyan, Şirketa Sûtemeniyê ji aliyê Navenda Geşkirinê hate vekirin. Şirket bi armanca zebtkirina buhayên medeya mezotê di bazarê de û rêlibergirtina bazirgan kesysbazan hate vekirin. Şirketê peywira peydakirina 170 hezar lître mazot ji bo çandiniyê girt.
Bi hatina dema paletiya genim, ceh û nîskê re navendê ji bo her patosanekê (deraseyekê) 1000 lître mazot ku her yek lître bi 65 L.S dê bide xwediyên patosanan, veqetandiye.
Beriya niha lîtreya mazotê li bazarê bi buhayê 85 L.S û li navendên şiiketê bi 75 L.S dihate firotin. Niha jî bi li bazarê bi 75 L.S û li navedê bi 70 L.S tê firotin. Buhayê madya Penzînê paqij li bazarê bi 250 L.S û li navendê bi 220 L.S tê firotin. Penzîna tevlîhev jî bi 70 L.S tê firotin.
Li rex van xebatan, şirketê nêzî 23 hezar lîtreyên madeya gazê li malbatên şehîdan, endamên YPG'ê û YPJ'ê, meclîsên taxan, saziyên xizmetê, koçberên li herêmê û malbatên xizan bê pere belav kir. şirketê ji bo her malbatekê 15 lître da.


DICLE EHMED/ANHA/KOBANÊ