Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo rakirina tecrîdê ‘Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re’ çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger da destpêkirin. Greva birçîbûnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Strasbourgê di roja 5’an de didome. Çalakgeran daxwazên xwe bi dosyeyekê pêşkêşî saziyên Ewrûpayê kir. Herwiha ji bo ku CPT biçe serdana Ocalan dest bi kampanyaya îmzeyan hat kirin.

Di metna kampanyayê de hat gotin, “Derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 3 salên dawîn de em ti agahiyê wernagirin. Di warê ewlehiya canê wî de, gelek fikarên me hene. Miracaetên parêzer û malbata wî ya ji bo serdanê, ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve tên astengkirin. Em bang li CPT’ê dikin daku guh bide dengê milyonan kesan û rola xwe bi cih bîne. Divê CPT biçe Hepsa Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.”

Kampanyaya îmze û faksê ya ji bo serdana Ocalan ya ku wê ji CPT û Konseya Ewrûpayê re were şandin li ser vê navnîşanê ye:

www.hungerstrikes.eu

 

 ANF/STRASBOÛRG