Webatî û gundiyên ku 17 sal berê bi hinceta „Ewlehiyê“ ji gundê Bilicanê yê navçeya hatin koçkirin, Geverê bi cih û war bûn. Welatiyên ku piştî hatin koçberkirin û kar bi dest nexistin. Di demsalên biharê de diçin çol û çiya pinçar kom dikin û debara xwe dikin. Welatiyên ku her bahar diçin bajaroka Robarokê ya Geverê pinçar kom dikin gelek caran rastî zext û zordariyên mezin tên. Îsal ji ber ku zivistan dirêj bû û li gelek cihan hêj berf nehiliyaye welatiyên ku her sal diçûn pinçar kom dikirin ji ber ku nikarin biçin çiyayên Colemêrg û Geverê diçin çiyayê herêma Robarokê ku operasyon lê didomin. Li gel ku li bajaroka Rûbarokê operasoyanên leşkerî berdewam dikin jî welatiyên ku neçarin debara xwe bi pinçar kom bikin mirina xwe didin ber çavan û diçin pinçar kom dikin.
Welatiyên ku her sal diçin çiya û zozanan Rêvas, Çırış û Pungê kom dikin destê wî bi 2.5 TL yan difiroşin.
Hin welatî jî diçin çemê sînorê Îranê masiyan kom dikin û kîloya wan bi 4 TL yan difiroşin. Hin wilatî jî dezgehên xwe bi mendê û Ribêzên ku nû derketine dewlemend dikin.
Welatiyê bi navê Abdullah Çalli anî ziman ku ew ji mala wan, gundê wan û zozanê wan dûrxistin û sirgûn kirin. Lê bi înat ew ê li dijî vê yekê têkoşîna jiyanê bidin. Çalli, da zanîn ku dewletê ew ji gundê wan derxistin û kirin penaber û wiha got: „Gelek caran li Rûbarokê oprasyon pêk tên. Lê em mirinê didin ber çavê xwe û neçarin ji bo debarê biçin pinçar kom bikin. Em hemû talûkeyan didin ber çavên xwe. Em dixwazin operasyonên leşkerî bi dawî bibin.“

‘Gelek xwarinên cuda tên çêkirin’
Çalî, anî ziman ku xwarina pinçarê zozanan jî çandek xwarina herêmê ye û ji pinçarên ku kom birin gelek cureyên xwarinê çê dikin. Çali, bilêv kir ku ji pinçaran gelek xwarin çê dikin û wiha got: „Em ji kerengan kerengmas, kofteya kerengan, kerengê hêkan, keledoş givişik, doyin, jajî çê dikin. Dîsa Punge; doyun, keledoş, çay, selete û cacikê çê dikin. Em ji Çirişê jî girar, Şireke, Vireke, Tirşik û keledoşa çirişê çê dikin.

SAMİ YILMAZ - DÎHA/COLEMÊRG