Wezîra Edaletê ya Fransayê, Nicole Belloubet diyar kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê ew li ser fikra dadgeheke navneteweyî nîqaş dikin û got, dadgeh dikare li Iraqê bê avakirin.

Wezîra Edaletê Belloubet ji radyoya RMC´yê re axivî û di mijara fikra dadgeheke navneteweyî de got, “Îhtîmalek e ku ji aliyê gelek hempîşeyên min, Wezîrên Karên Hundir û Edaletê ve li Ewrûpayê tê bilêvkirin.”

Wezîr diyar kir ku ev nîqaş di nava koma “Vendome” de tê kirin. Di nava komê de bi taybetî Wezîrên Edaletê yên Fransa, Elman, Spanya û Îtalya hene.

Wezîra Edaletê dubare kir ku fikra dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê hîna ‘îhtîmalek e’ û anî ziman ku dadgeh wê li herêmê bê avakirin, lê ne li Sûriyeyê dibe ku li Iraqê ava bibe.

Wezîra Fransayê diyar kir ku tevî vê yekê jî gelek zehmetî hene û got, “Divê dewleta Iraqê bipejirîne, her wiha di serî de qedexekirina cezayê îdamê divê şert û merc bên afirandin.”

Wezîra Fransayê ragihand ku ji bo avakirina dadgehên bi vî rengî, demeke dirêj lazim e.

Li paytexta Swêdê Stockholmê duşemê bi vê armancê civînek pêk hatibû. Swêd û 11 welatên Yekîtiya Ewrûpayê tevlî civînê bûbûn.

 

PARÎS