ERSÎN ÇAKSÛ / ANF/AMÛDÊ

Midûrê Qeydê yê Dîwana Edaletê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) a li Laheyê Prof. Dominique Inchauspe ku tevlî forûma li dijî DAIŞ’ê bû derbarê zemîna hiqûqî ya darizandina DAIŞ’iyan de peyivî.

Prof. Dominique Inchauspe qala têkoşîna li dijî  çeteyên DAIŞ´ê kir û got; “Koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê dema bi pêşengiya DYE’yê ava bû soz û biryar hate dayin ku endamên DAIŞ‘ê yên bên girtin werin darizandin. Ji bo vê yekê zemîna hiqûqî heye. Ji bo sûcên şer ên çeteyên DAIŞ‘ê bê ceza neyên hiştin, dadgehên mîna; dadgeha Nurnbergê, dadgeha Tokyoyê, dadgeha Haruşa ya li Ruandayê, dadgehên li Kosova û Kamboçyayê dikarin bên avakirin, lê yekane şert ew e ku ji bo vê ‘daxwaza polîtîk’ hebe.”

Terorîzmê mehkûm bikin

Inchauspe anî ziman ku ji bo avakirina dadgeha darizandina sûcdarên şer, pêwîstî bi pêşnûmeya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) heye û got, “Mirov dikarin pêşnûmeyeke beriya niha esas werbigirin. Pêşnûmeya sala 2014’an dikare esas bê wergirtin. Di vê pêşnûmeyê de veto nebû. Pêşnûme ne tenê dîtina endamên DAIŞ’ê her wiha wezîfeya darizandina endamên DAIŞ’ê jî pêşkêşî welatên koalîsyonê dike. Bi dîtina min zemîneke hiqûqî heye. Bi pêşnûmeya bi hejmara 2070’ê ya Neteweyên Yekbûyî dikare bê kirin. Hêzên koalîsyonê yên heyî dikarin pêşnûmeyê pêk bînin û terorîzmê mehkûm bikin.”

Divê bersiv bê dayin

Inchauspe bi bîr xist ku armanc ji avakirina dadgehên Nurnberg û Tokyoyê ew bû ku nehêlin careke din sûcên bi heman rengî û mezin rû bidin û got, “Hêzên tifaqê dîtin ku sûcên Elman û Japonan kirine mezin e û divê di asteke heman mezinahiyê ya hiqûqî de bersiv bê dayin. Divê bê tespîtkirin ku DAIŞ‘ê jî bi heman rengî sûcên mezin kiriye yan na. Dema ku pirseke wiha bê kirin, hingî mirov dikarin bêjin ku DAIŞ’ê sûcên hîn mezintir kiriye.”

DAIŞ’ê sûcên mezin kirin

Prof. Inchauspe di dawî de diyar kir ku DAIŞ ne tenê li Rojava li gelek deverên dinyayê sûcên şer kiriye, hîn jî dike û got; “Avakirina dadgehek mîna ya Nurnbergê ji bo darizandina endamên DAIŞ‘ê wê bibe sedem ku DAIŞ ji nû ve ava nebe û mirov nexwazin tevlî vê rêxistinê bibin. Eger kiryarên DAIŞ‘ê tenê li Sûriyeyê bûya hingî pêwîstî bi avakirina dadgeheke navneteweyî nedibû. Lewma divê li dadgeheke navneteweyî bê darizandin.”