Şaredarê surê Abdullah Demirbaş ê ku ji ber nexweşiyê jiyana wî di talûkê de ye bi biryarekê ji dadgeha Amedê derketina wî ya devreyî welat hatiye qedexekirin û nikarin biçe devreyî welat xwe derman bike. Lewra jî bi kampanyayeke navnetewî tê xwestin ku dawî li vê biryara ne adilane û ne di cih de were û şaredar Demirbaş bikaribe derkeve devreyî Tirkiyeyê da ku dermankirina xwe berdewam bike.
Rûpelek ji bo vê Kampanyayê hatiye bi 10 zimanan hatiye  amadekirin . bi destpêka vê kampanyayê re gelek çalakvanên mafê mirovan li Ingilîstan û welatên cuda ên Ewropayê dest bi piştgiriya Demirbaş kirin.
Demirbaş berê jî di sala 2007 an de li şaredariya xwe xwest ku bi zimanên cuda xizmetê bide û dest bi projeya xwe ya pirzimanî kir. Demırbaş di encama operasyona kul i dijî siyasetmedarên Kurd a ku bi navê KCK’ê tê naskirin de di sala 2009 an de hate girtin û ji ber rewşa nexweşiya wî giran bû ji ber dermankirinê rakirin nexweşxaneyê û nîsana 2010 an de doktorên wî rapora ku jiyana wî di talûkeyê de ye da û gotin ku nabe di zindanê de bimîne. Niha Demirbaş ji derve ve tê dadgehkirin lê dadgehê dagehê derbarê wî de biryara qedexekirina derketina devreyî welat da û hewcedariya nexweşiya Demirbaş bi dermankirina li devreyî welat heye. Tevî raporên doktoran û vexwendinên doktorên ji devreyî welat ji bo dermankirinê ev daxwaza Demirbaş ya dermankirina li devreyî welat herdem hatiye astengkirin. Lewra jî ji bo dawîanîna li vê bêedaletiyê ev kampanyay navnetewî bi 10 zimanên hatiye destpêkirin.
Di kampanyayê de bal tê kişandin ser siyaseta dewleta tirk û qaşo demokrasiya wê û tê gotin kul i vî welatî rewşa girtiyên nexweş çi ye û Demirbaş tenê mînakek ji sedan nexweşên girtî ên nexweşiyên wan giranin hene. 
Di dawiya vê kampanyayê de bang li her kesî tê kirin kut evli vê kampanyayê bibin û piştgiriyê bidin Demirbaş da ku biçe dermankirina xwe li devreyî Tirkiyeyê bidomîne.
Piştgiriya doktorên Swêdê 
Jı aliyekî din ve Yekîtiya Doktorên Kurd Li Swêdê-KLS zêdeyî 300 endamên xwe hene û di cîhana bijîjkî de bi xebatên xwe yên giranbuha têne nasîn.
Nexweşiya şaredarê Surê  Abdullah Demirbaş lê girantir dibe. Divê tedawiya wî li derveyî welêt pêk were. Lê dadgeha Amêdê qedexeya derketinê daniye ser wî. Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch, di gel komîte û dezgehên piştgir, ji bo rakirina qedexeyê demek e xebatê dikin. 
Rêvebiriya Yekîtiya Doktorên Kurd li Swêdê, bi destpêka kampanyayê re, pirs ji nêz ve taqîp kirin û têkilî bi CHAK ê re danîn, agehdariyên pêwîst girtin. Rêvebiriya KLS, ji bo rakirina qedexeyê, ji Serokomarê Turkiyê Abdullah Gul re nameyek taybetî şandin. 

Name bi giranî balê dikşîne ser nexweşiya Demirbaş û dema tedawî nebe, encamên dikarin pêk werin ronî dike. Wisa dibêjin di nameya xwe de: ”Bi Demirbaş re nexweşiya xwînê heye ku genetîk e. Dema tedawî nebe, dikare bi xwe re tesîrên neyênî bi xeter pêk bihêne û bibe sedema mirinê. Ji bo kifşkirin û rêya tedawiya nexweşiyên wisa, mixabin e ku, navendekî diyar li cîhanê tune ye ku bersivê bide. Lewma divê bi zûtirîn wext qedexeya li ser Demirbaş rabe û rêya tedawiyê vebe. Navenda CHAK ê, ji bo helwêst û nameya Yekîtiya Doktorên Kurd li Swêdê, bi nameyekî spasiyên xwe gihand komîteya birêvebir.

AMED