
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad(YXK) li Maxmûrê tê lidarxistin. Serlêdanen ji bo pêşbirkê roja 10 Nîsanê destpêkirin û heta 30’ê Hezîranê berdewam dike.
Komîteya Amadekar ragihand ku kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin pêwîste heta 30’ê Hezîran a 2015'an berhemên xwe bişînin navenda YXK’ê. Merasima yekemîn xelatên wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat wê di 9’ê Tebax a 2015’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk were.
Rojnamevan Denîz Firat di dema êrîşa DAIŞ'ê ya li dij wargeha Mexmûrê dê jiyana xwe ji dest dabû.
Mercên pêşbirkê
* Zimanê tevlîbûnê: Kurdî (Kurmancî, Dimilkî, Soranî), Erebî û Tirkî ye.
* Divê behrem beriya pêşbirkê li ti cihên din nehatibe weşandin.
* Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.
* Beşdar divê berhemên xwe tevlî kurte jiyana xwe herî dereng heta 30 Hezîranê bi rêya E-mailê bigihînin destê Komîtiya Amadekar.
Têkilî:
yekitiyaxwendevanenazad@hotmail.com
yekitiyaxwendevanenazad@gmaîl.com
Tel: 009647507215478 -009647507035749
MAXMÛR