Şaredar Balci wiha axivî: "Mala piştgiriya perwerdehiyê dersxaneya herî baş ya herêmê ye. Ji ber vê yekê divê xwendevan li ser dersan rawestin û cidî nêzî karê xwe bibin. Mebesta me ew e ku em nifşekî xwedî hişmendî bigihînin. Di nava hefteyekî de bi giştî 36 saet dersên Kurdî tên dayîn. Bi taybet jî dersên Kurdî rastî eleqeyeke mezin tên û ji ber vê yekê em kêfxweş in. Dewletê zimanê Kurdî qedexe kiribû û em dixwazin bi dersên Kurdî xwendevan zimanê xwe pêş bixin."
Xwendevanan diyar kirin ku Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ji bo wan piştgiriyeke baş e.
MÛŞ