Derbarê rewşa Zînî Wertê de hejmarek rêxistinên jinan, ên civakî û aktîvîstan daxuyaniyek da û wan xwest hêzên li Zînî Wertê vekişin. Wan her wiha xwest ku êdî hikûmet demildest mûçeyan bide. Di daxuyaniya xwe de wan got, “Êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hewildana stratejîk ji bo dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê heye. Em daxwazê ji gelê xwe dikin li pêşiya dagirkeriyê bibin asteng. Werin em hemû bi hev re weke serhildana Şêladizê ji bo derxistina leşkerên Tirk kar bikin. Em daxwazê ji hemû parlamenterên Herêma Kurdistanê dikin ku di demeke herî zû de rûniştineke taybet li dar bixin û biryar bidin hemû ew hêzên bi navê hikûmetê, yan jî hizbî xistine tevgerê vegerin cihê xwe. Herwiha tevahiya baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê werin derxistin û ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê rakin. Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku tevahiya rojnameger, girsiyên siyasî û kesên ji ber nêrîn û fikrên xwe hatine giritn werin berdanê. Herwiha demildest mûçeyên hemû mûçexweran were dayîn. Êdî welatiyan nekin qurbaniyê berjewendiyên xwe yên teng ên hizbî û bi mûçe û qutê xelkê nelîzin.” Rêxistinên îmzaker Tevî gelek kesayetan, van rêxistinên li jêr îmza xwe li bin daxuyaniyê danî: Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Serayî Zerdeştiyên Kurdistan Sentera Koyanî bajarê Silêmanî Tora Pêkhateyên Ol ûNeteweyan Rêxistina Diyako Mad Rêxistina Yesna Cıvata Komeleya Yekbuna Navxweyî Koma Ajel Dostanî Kurdistan Rêxistina Jinên Tevgera Azadî Projeya Jin Jiyan Nekuje Komeleya Jinên Azadî Rojhilatê Kurdistanê Tora Hevbeş a Rêxistinan