Civîn birêzgirtinê destpê kir. Piştre serokê Komîteya Amadekirina Hevpeymana Civakî Xalid Îbrahîm axivî. Îbrahîm, li ser naveroka peymana civakî û girîngiya wî, her wiha karê heta niha hateya kirin, axivîn.

Îbrhîm, da zanîn ku pêwîstiya destûra rojava maf û çanda hemû pêkhateyan biparêz e. Piştre nîqaş li ser naveroka destûrê hatin kirin û di dawiya civînê de nerîn hatin girtin. Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî, dê civînên bi vî rengî li bajarên Dirbêsiyê, Dêrik û bajarên din lidarbixe. Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî di 15᾿ê Hezêranê de dest bi karê xwe kiriye. Komîteya  ji 21 endamên ku parêzer, lêkolîner, mafnas û rojnamavan cihê xwe dinv de digirin, di nava hewldanan de ne. 

SERÊKANIYÊ