Rêveberiya dibistanan a kantona Kobanê dest bi çalakiyên sererastkirin û amadekirina dibistanên li bajêr û gundan kir. Desteya Perwerdeyê ya kantona Kobanê plana sererastkirina dîwarên gelek dibistanên kantonê kir.
Komîteya sererastkirina dibistanan ev demeke ji bo dibistanên ku beriya çend salan ji ber şerên li gund û bajêr qewimîn zirar dîtin, dixebite. Komîteyê ji dibistanên şehîd Azad û şehîd Hogir dest bi paqijkirina dibistan û refan, derî, pencere, siwarkirina sobeyan kir. Her wiha hin dîwarên dibistanan ku hatibûn rûxandin, lê dike. Komîteyê havîna par 200 dibistan sererast kir, niha jî xwe amade dike da ku 450 dibistanên din amade bike.
Mûdîrê komîteya sererastkirinê Ehmed Başarî li ser mijarê peyivî û got:”Ev demeke desteya perwerdeyê ji bo plana sala nû ya xwendinê dixebite. Hejmara xwendevanan gelek zedebûye. Di her refekê de ji 15 heta 25 xwendekarî heye. Ev yek jî dihêle kudibistanên nû bêne lêkirin. Ji ber ku hejmara dibistanên heyî têr nake.
ANHA/KOBANÊ