Xelqê Başûrê Kurdistanê ji bo xwedî li şehîdê xwe yê pêşeng û şoreşger Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî derkeve, berê xwe dan Qendîlê. Ji Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Raperînê girse li Raperînê gihîştin hev û ji vir jî bi sedan wesayîtan berê xwe dan Binarê Qendîlê.
Li Binarê Qendîlê meşeke girseyî ya bi beşdariya hezaran kesî pêk hat. Di meşê de posterên mezin yê Ocalan û Diyar Xerîb li pêşiyê hatin rakirin. Her wiha posterê 3 şehîdên pêşeng ên Başûrê Kurdistan Dr. Sîrwan, Diyar Xerîb û Viyan Soran hatin rakirin. Di meşê de alên PKK’ê û KCK’ê hatin rakirin.
Meş bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Heval Helmet Namire”, “Şehîd Namire” û dirûşmên li dijî dagirkerî û hevkariyê hatin gotin.
Jinan di refên pêş yên meşê de cih girtin. Her wiha xwişka şehîd Diyar Xerîb li gel jinan cih girt. Girseyê destgul danîn ser gora şehîdan û serdana malbatên şehîdan kirin.
Peyama Konseya Serokatiya KCK’ê, Komîteya Navendî ya PKK’ê û PAJK’ê, Tevgera Azadî, Saziya Malbatên şehîdan ên PKK’ê ya Başûr, peyama Melayên Başûr, malbata Xerîb û hevalên wî hatin xwendin. Di payaman de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza mezinkirina têkoşînê hat dayin.
ROJNEWS / QENDÎL
Li dijî tarîtiyê mîna şûr tûj bû
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê gerîlayê HPG’ê Devran (Mûrat Gunduz) bibîranî. Gerîlayê HPG’ê Mûrat Gunduz bi nasnav Devran di êrişa hewayî ya 5’ê Tîrmehê ya li Qendîlê de tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb şehîd bûbû. KCK’ê di şexsê Gerîlayê HPG’ê Mûrat Gunduz de cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got; “Şehîd Devran (Mûrat Gunduz) sala 2014’an li navçeya Qereyaziyê ya Erzîromê tevlî nava refên gerîla bû, ku xewn û xeyalên wî yên zarokatiyê bû. Vê carê weke gerîlayekî azadiyê berê xwe da zozanên Serhedê. Dema ku biryar da bibe gerîlayekî azadiyê êrişên gelekî mezin û tarî li dijî gelê me û welatê me dihate kirin. Ew dem bû ku li dijî tarîtiya DAÎŞ‘ê dil û mejiyên ciwan mîna şûr tûj dibûn. Hevrê Devran weke gelek ciwanên mîna xwe ji bo xwe wezîfeyeke exlaqî û dîrokî dît ku li dijî vê tarîtiyê çekê rake. Li dijî qirkeriya faşîst dagirker li çiyayên serhedê 4 salan bi rengekî bê eman û bê navber têkoşiya.
Ji bo her devera welêt amade bû
Gerîlayên herêma serhedê di nava şert û mercên herî giran û dijwar de her roj derb li dijmin xist. Hevrê Devran di çalakiyeke mezin de ya li dijî dijmin ku mîna horsekî ji çiya, zozan û newalan li dijmin ket, ji lingê xwe birîndar bû, demeke dirêj hate dermankirin û piştî ku dermankirina wî bi dawî bû bi kesayetiya xwe ya fedakar ji bo wergirtina wezîfe û berpirsyariyên nû kete nava hewldanan. Bi vê hest û biryardariyê bi hişmendiya fedayî li her devera welêt amade bû ku wezîfeya jê re bê dayin pêk bîne. Dema ku berpirsyariya xwe pêk dianî 5’ê Tîrmeha 2019’an di encama êrişeke namerdane ya dijminê qirker dagirker û nokeran de, tevî du hevrêyên xwe Şehîd Şahîn Dîcle û Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) bûn stêrk û tevlî karwanê şehîdan bû. Wezîfeya me ye ku em tola hevrêyên xwe hilînin û daxwazên wan pêk bînin.”
ANF/BEHDÎNAN