
Piştî bangawaziya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê ji bo li dar xistina kongreya netewî û sazkirina yekîtiya netewî, ji çar parçeyên Kurdistanê her diçe piştgirî tên. Lê heya niha ev piştgiriyane di asta daxuyaniyan de bûye û gavên pratîkî yên di vê derbarê de ne hatine avêtin.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Feryad Hîranî û Sekreterê Partiya Rizgariya Kurdistanê Rêkar Ehmed têkildarî xebat û hewldanên ji bo kongreya neteweyî axivîn.
Endamê KNK’ê Feryad Hîranî bal kişande ser giringiya yekbûna Kurdan û got: “Di her demek û serdemek de pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û mekanîzmayeke hevbeş heye. Ji ber Rojhilata Navîn û bi taybet jî Kurdistan rûberûyê guhertinên mezine.” Feryad Hîranî wiha berdewam dike: “Her çend li dar xistina kongreya netewî ya giştî zehmetbe jî, lê rewşa herêmê ya niya û diyarkirina pêşerojê ferz dike ku Kurd bi yekîtî û yek dengî tevlî guhertinan bibin û israr li ser mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bike.”
Hin kom ji beşdariyê direvin
Sekreterê Partiya Rizgariya Kurdistanê Rêkar Ehmed jî piştgiriya xwe ji bo li dar xistina kongreya netewî wiha anî ziman: “Beşek ji aliyên siyasî yên Kurdistanê pêywendî û berjewendiyên hevbeş li gel dewletan saz dikin. Hindek jî ji bo berjewendiyên xwe yên partî û şexsî tevdigerin. Di vê demê de dizanin ku siyaseta van bi kongreya netewî re li hev nake. Ji lewma ji dûrve red dikin.”
Rêkar Ehmed bi berdewamî wiha dibêje: “Dewletên dagirker bi taybet jî Tirkiye heya emîn nebe, însiyatîfa kongreya netewî ketiye destê dostên wî de, wê astengiyan çêbike û dijayetiya vêya jî bike.”
PJAK’ê piştgirî da
Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Sedan sale gelê me bi xebatên siyasî û leşkerî xwastiye xwe bidin nasandin û xwe wekî pêkhateyeke civakî li cihanê bidin pejirandin. Gelê me di pir ezmûnên mezin re derbas bûye ku heya niha hebûna xwe bidomîne.” Di daxuyaniya PJAK’ê de bi taybetî bang li partiyên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku li derveyî berjewendiyên partiyan tevbigerin û rola xwe ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî nîşan bidin.
‘Bi kongreyê çarenûs diyar dibe’

Endamê Polîtburoya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Şiwan Raber diyar kir ku pêwîst bû ji berî niha kongreya netewî bihata li dar xistin û wiha got; “Lê di wê demê de û niha jî hejmarek partiyên desthilatdar li pêşiya li dar xistina kongreya netewî astengin. Pêwîste Kurd ji bo diyarkirina çaresenûsa xwe kongreya netewî li dar bixin.”
Şiwan Raber dar barê banga KCK’ê de jî wiha got; “Bêguman em li gel li dar xistina kongreya netewî de ne. Lê divê ji bo zemîn bên amadekirin û astengiyên hene bên rakirin. Eger aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê cidî bin li ser vê mijarê dikarin dibin sêwana kongreya netewî de bicivîn, bi mercekî ku kongreya netewî nebe taybet a aliyekê.”
ʹKongreya Netewî pêwîstiyek eʹ
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Endamê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Siko got ku pêwîst e kurd yekîtiya xwe ava bikin û da zanîn ku divê di zûtirîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanê bê lidarxistin.
Siko da zanîn ku lidarxistina Kongreya Netewî pêwîstiyek e û wiha dom kir: ʺGelê kurd rastî gelek êrîşên dijwar û terorîst hat. Terorîstan xwestin kurdan parçe bikin. Dereng mayîna lidarxistina Kongreya Netewî dê bandorê li tevahiya gelê Kurd bike. Divê kongire bê lidarxistin û lêvegera siyasî ya kurdî bê avakirin.ʺ
Siko da zanîn ku lidarxisitna kongreya netewî bersiveke tune li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk, çeteyan û hemû dijminên gelê kurd e û wiha dom kir: ʺLidarxistina Kongreya Netewî dê hewldanên dewleta Tirk a kurdan bêne beranberî hev vala derbixe, di heman demê de dê gaveke erênî be ji bo fedraliya demorkatîk a Rojava-Bakruê Sûriyê.ʺ
NAVENDA NÛÇEYAN