Serokê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş qutbûna têkiliyên di navbera partiyên siyasî yên Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê wek sedema sereke nirxand a ku nahêle kongreya neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin. Wî got kongreya neteweyî ya Kurdistanê dê hêviyên gelê Kurd li Kurdistanê pêk bîne.

Ebdulhemîd Derwîş li ser miajra kongreya neteweyî got, “Têkilî di navbera partiyên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de qut bûne. Her partiyek dest ji berjewendiyên xwe bernade û nihêrînên partiyên din napejirîne, ev hemû sedem lidarketina kongreya niştîmanî ya Kurd asteng dikin.”

Berjewendiyên şexsî li pêş in

Girêdayî amadekirina zemîn û atmosferek guncav ji bo li darxistina kongreyê jî Derwîş got, “Divê alî û partiyên siyasî yên Kurd dest ji berjewendiyên partiyên xwe yên teng berdin û li her parçeyî yekitiyeke niştîmanî ava bikin. Piştre têkiliyên xwe yên siyasî bi hêz xurt bikin û ji nû ve baweriya xwe bi hev ava bikin. Wê demê kongreya neteweyî ya Kurd dê li dar bikeve û hêviyên gelê Kurd bi giştî pêk bîne.”

Ew ê serketineke mezin be

Derwîş îşaret bi girîngiya lidarketina kongreyê ji bo gelê Kurd destnîşan kir û wiha peyivî: “Heger kongreyek bi beşdarbûna hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdistanî li dar bikeve, ev ê bibe mezintirîn destketiya Kurdan. Wê gavên mezin li gorî hêviyên gelê Kurd bên avêtin. Her wiha em ê bigihîjin danûstandineke hevgirtî ku xizmeta gelê Kurd li hemû parçeyên wê dike. Lê ji ber nakokiyên di navbera partiyên Kurdî de pêkanîna hêviyên gelê Kurd asteng dibin.”

Ebdulhemîd Derwîş di dawiyê de got, partiya wî amade ye berpirsyariya lidarketina kongreya neteweyî ya Kurd bigire ser xwe û bang li hemû partiyên Kurdî kir ku nakokî û berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî û rexneyên li ser xwe qebûl bikin da ku bigihîjin nihêrîneke siyasî ya hevpar ji doza Kurdî re.

 

 ANHA/QAMIŞLO