Kurdistaniyên li qadê civîn piştre, bi navenda bajêr ve li pêy panqêrta bi Almanî li ser nivîsa "Kurdên Rojava mafê xwe yê azadî û xweseriya demokratîk dixwazin" meşiyan. Her wiha çalakvanan weneyê Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD'ê û wêneyên şehîdên YPG'ê hilgirtin. Di meşê de sloganên mîna; "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan na be", "Bîjî berxwedana Efrînê" hatin qêrîn. Di meşê de bi sedan belavokên ku ji aliyê PYD'ê ve hatibûn amadekirin jî hatin belav kirin. Meşê heta qada Markt Platzê berdewam kir. Piştî girsê kete qadê bi deqeyek rêzgirtina cangoriyên têkoşîna azadiyê rêzgirtinê dest pê kir.
Di destpêka mitîngê de belavoka PYD'ê ve bi Almanî hate xwendin.
Di mitîngê de li ser navê Komîteya Amadekar Emel Gulo axifî. Gulo di axaftina xwe de bal kişande ser van mijaran: " Li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê çi bibe bila be, ji îro û pêde, siyaseta înkar û tûnekirina li ser gelê Kurd wê tû encamê gire. Pêwîste dijmin û derdorên xêrnexwaz ê gelê Kurd vê yekê êdî qebûl bikin.
Divê bê zanîn ku ambargo û dorpêçkirina li ser bajarê Efrîn û Kobanê a çeteyên kêşonekê dewletên derdor wê tû carî li hemberî berxwedana yekîneyên YPG'ê bi ser nekeve, hemû hewldan û êrîşên wan wala derkevin."
Gulo di dawiya axaftina xwe da, helwesta rayadarên Başûrê Kurditanê li hemberî Rojava da jî rexne kir û bang li Kurdê Ewropa kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava.
Di mitîngê da, li ser navê PYD ê Newal Mihemmed jî axaftinek kir û wiha got: "Bedel çi bibe bila bibe, em ji bo bedel dayinê û parastina Efrînê amadene û her wiha emê berxwedana xwe xurtir bikin."
Piştî axaftina Newal Mihemmed, dîsa li ser navê PYD'ê Evdîn Xurşît jî axfî û bibîr xist ku hin derdor di xwazin li Rojava tevlîheviyê çêkin û destkeftî û berxwedana gel apîroz qêls bikin.
Evdîn Xurşît, di dawiya axaftina xwe da, di derbarê destpêkirina kampanyaya nû ya ji bo alîkariya bi bajarê Efrîn û Kobanê re, ku ji aliyê Heyva Sora Kurdistanê ve hatiyê dest pê kirin girse agahdar kir.
Mitînga Kurdistaniya a girseyî piştî axaftin û agahiyan bi dawî bû.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART
Li Hambûrgê ji bo Rojava û Licê çalakî
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya bi Rojava û şermezarkirina komkujiya li Licê çalakî li darxistin.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, li Hauptbahnhof Hachmannplatzê bi piştgiriya ATÎK, DÎDÎF, AGÎF û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên rêxistinên sosyalîst û KJB'ê ahtin hildan.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn Nazan Urgut axivî û zextên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Urgut da xuyakirin ku komkujiya li Licê nayê qebûlkrin û got, "Divê li dijî zextan em hîn bêtir xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin."
Urgut ragihand ku divê bi komkujiyan bersiv ji pêvajoya aştiyê re neyê dayîn û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ewê li dijî vê li ber xwe bidin. Urgut da xuyakirin ku ambargoya li Rojava û komkujiya li Licê gunehê mirovahiyê ye û anî ziman ku ti hêz bi bombebaran, ambargo û zextan, wê nikaribe şoreşa azadiyâ ya li Rojavayê Kurdistanê têk bibin.
Berxwedana gel hikûmetê bêzar kir
Li ser navê ciwanên Kurd li Hambûrgê jî axaftinek hat kirin û hat destnîşankirin ku, jiyana azad a li Rojavayê Kurdistanê bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê damezrandin, ji aliyê ti kesî ve nikare were astengkirin. Ciwanan dan xuyakirin ku hukûmeta AKP'ê jî samimiyeta xwe ya li pêşberî pêvajoya aştiyê jî, bi komkujiya li Licê re nîşan daye. Di axaftina li ser navê tevgerên sosyalîst de jî hat ragihadin ku berxwedana gel a li Taksîmê, hukûmeta AKP'ê bêzar kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi komkujiya li Licê re hewl hatiye dayîn derbe li pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bê xistin hat gotin ku AKP di vê rê de serî li ser rêbazên dek û dolaban dide. Mîtîng li dû axaftinan bi dawî bû.
HAMBÛRG