Ji bo Efrînê banga lezgîn
Heyva Sor a Kurdistanê, da zanîn ku ew ê xelkê seferber bike û alîkariya lezgîn bigihîne Efrîniyên koçberbûyî. Wê her wiha bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir piştgiriya xwe zêde bikin.
Heyva Sor a Kurdistanê, li ser koçberiya ji Efrînê raporek weşand, ji bo pêdiviyên lezgîn ên xelkê bangeke lezgîn kir.
Efrîniyên ku ji ber zordariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, neçar man ji navenda bajêr derkevin, li benda alîkariyê ne. Heyva Sor a Kurdistanê bi rapora xwe, derbarê pêdiviyên xelkê de raya giştî agahdar kir.
Li gorî rapora 26´ê Adarê a Heyva Sor, ji ber êrişên ji 20´ê Çile ve, qederê 300 hezar Efrîniyê koçber bûne, ji van 100 hezar Efrînî gihiştine Şehba, Nebûl û Zehraaye. Hin malbat çûne devera Helebê, hezar û 500 Efrînî koçberî Minbicê bûne. Qismek Efrînî jî li Kobanê, Titemir, Qamişlo û Wargeha Newroz a li Dêrikê hatine bicihkirin.
Bajarê ji konan hat avakirin
Bi raporê, Heyva Sor da zanîn ku wê li devera Şehba ji bo efrîniyan bajarê ji konan ava kiriye, li wir xizmeta tenduristiyê jî dide, û li wir 5 kîlnîk tên avakirin. Heyva Sor wekî din da zanîn ku ji ber şert û mercên şer zehmet e ku xwe bigihînin xelkê li Nobûl, Zehraa û Halebê.
Raporê da zanîn ku Heyva Sor bi klînîkên seyar hewl dide xizmeta tenduristiyê bide, û got, zehmetiyên wan hene di peydekirina malzemeyên ji bo tenduristiya dayik û zarokan, ji bo nexweşên şekir, xwegihandina insulînê û mekîneyên diyalîzê jî zehmet e.
Pêdiviya herî lezgîn av e
Di raporê de bi îhtîmam îşaret pê hat kirin ku pêdiviya herî lezgîn, av e û ji ber vê jî tehlûkeya belavbûna nexweşiyên vegir heye. Li gorî raporê pêdiviya din a lezgîn ji bo xelkê Efrînê, derman, ekîpmanên lêmiqatebûnê, ekîpmanên tibî ji bo ambulansan, klînîkên mobîl, malzemeyên xwarinê, cilûberg, kon, malzemeyên ji bo zarokan û şîrê zarokan in.
Em ê pêdiviyan dabîn bikin
Endamê Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurdistanê, Murat Vargil, da zanîn ku ji bo dabînkirina van malzemeyên di arporê de ew kampanyayê bi rê ve dibin. Vargil got, ew ê ji bo pişgiriya bi xelkê ji Efrînê koçberbûyî re, tevahiya derfetên xwe bi kar bînin da ku mirovan seferber bikin. Vargil wekî din da zanîn ku Xaça Sor qismî piştgiriyê dike. Vargil got, “Em bi tenê alîkariya madî didin, ji ber ku pirsgirêke em alîkariyên wekî din bikin. Heger pêvajoya dagirkeriyê wiha dewam bike, dibe ku zehmetî zêde bibin di warê dabînkirina pêdiviyên xelkê de.”
Vargil, bang li tevahiya Kurdistaniyan û dostên wan kir, da ku piştgiriya xwe zêde bikin. Vargil xwest elaqedarî mijarê divê înîsiyatîf bê girtin, û weke mînak jî got, li Estonyayê, xwediyê restorantekê, şevekê organîze dike û alîkariyan jî wê bigihîne Heyva Sor, mînakên bi vî rengî dikarin bên zêdekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN