Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li dijî dîwarê parçekirinê yê li Efrînê daketin meydanan û got, “Em ê wan dîwaran hilweşînin.” Şeniyên Bajarê Qamîşlo li çerxereya Şehîdên Înternasyonalîst a taxa Enteriyê kom bûn û li dijî lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê meşiyan. Bi hezaran ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi çiqilên dara zeytûnê ku bûye sembola Berxwedana Serdemê, beşdarî meşê bûn.

Pankartên “Em ê berxwedanê mezin bikin, dîwaran hilweşînin, Efrînê rizgar bikin”, “Qatil Erdogan”, “Ka mirovahî”, “Bijî berxwedana Efrînê” bi Kurdî, Ingilizî û Erebî hatin hildan. Meşvan bi sloganên piştgiriya Efrînê heta bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan meşiyan. Meş li vir veguherî mitingê û axaftin hatin kirin.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo, Menîce Heyder avakirina dîwarê parçêkirine li Efrînê şermezar kir û got, “Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, em şermezar dikin. Li vir hemû şêwazên li dijî mirovatiyê tên meşandin.

Efrîn ne bi tene ye

Hevserokê Meclîsa Navçeya Rojhilatê Qamişlo Ebdullkerîm Ebdullrehman bêdengiya dewletên navneteweyî li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, şermezar kir û got, “Efrîn beşek jî axa Sûriyê ye. Divê rejîma Sûriyê bi erkên xwe rabe. Bêdengiya rejîma Sûriyê diyar dike ku bi Tirkiyê û bi Rûsyayê re li hev kirine. Em ê bi berxwedana xwe Tirkiyê ji Efrînê derxînin.”

Mitîng bi tilîliyên dayîkan û bi siloganên “Efrîn ne bi tene ye” bi dawî bû.

 

QAMIŞLO