20‘ê Çileya 2018an dewleta Tirk tevî çeteyên xwe dagir kir. Bi rasthatina salvagera vê dagirkeriya bi armanca qirkirinê, MSD’ê bang li xelkê Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kir û got; “Divê em şerê rizgariyê ragihînin.”
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji ber salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:
“Di 20 Çileya sala 2018`an de hêzên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û bi çeteyên xwe yên bi navê Artêşa Azad êrişî bajarê Efrînê kir. Di encama vê êrişê de bi sedan şehîd çêbûn û bi deh hezaran jî koçber bûn. Her wiha piştre jî guhertina demografiyê, koçberkirina bi darê zorê û talankirin.
Efrîn herêma herî ewle bû
Dewleta Tirk ji destpêkê ve lîstîkvanekî sereke di herêmê de ye. Armanca xwe, xewn û xeyalên xwe hene. Hikûmeta AKP’ê hewl dide serdema Osmaniyan vejîne. Her tim di nava tevgerê de ye da ku xewna xwe pêk bîne û ev yek ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku derbasî sala 9’emîn bûye, diyar e.
Efrîn li Sûrî ji herêmên herî ewle bû. Gelek koçber ji herêmên din ên Sûriyê pêşwazî kirin lê piştî êrişên dewleta Tirk bû herêma herî zêde tundî, şer, talan, hilweşandin û guhertina demografiyê lê tê kirin. Bi hezaran kes ji herêmên din ên Sûriyê û bi taybet ji Idlibê hatin koçberkirin û li Efrînê hatin bicihkirin. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî di nava bêdengiyeke mezin de ye.
Bi yekdestî û hevgirtinê têkoşîn
Em wek MSD karesata li ser gelê me li Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mafên mirovan, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bikin û şêniyên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne, li warê wan vegerînin.
Her wiha em bang li gelê xwe yê Sûriyê dikin ku bi yekdestî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihîne. Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya siyasî di civaka navneteweyî de dewam bikin. Çareseriyeke siyasî ya aloziya Sûriyê di pêvajoya pêş de, destekdayîna hêzên me yên berxwedêr ji bo rizgarkirina Efrînê ji armancên me yên sereke ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN