Hawreh Haddadi yê ku li Windham a ser bi eyaleta Emerîkayê Mainê dimîne, pirtûkek bi navê “Finding Kurdistan: A Kurdish Iranian American’s Journey Home (Dîtina Kurdistanê: Rêwîtiyeke ber bi malê ve ya Kurdekî Îranî û Emerîkî)” nivîsiye. ew dibêje, wî pirtûka xwe ne ji bo Kurdan yan jî Îraniyan nivîsiye, lê ji bo Emerîkiyan.

Haddadi wiha sedema xwe rave dike: “Dibistan û pirtûkxane li seranserê welêt weke ku behsa Filistîniyan û dewleta Îsraîlê dikin, behsa Kurdan nakin. Ez hêvî dikim ku pirtûka min bibe xwedî parekê di warê perwerdeya giştî ya li ser Rojhilata Navîn, Îran û Kurdan de.”

Haddadi bi xwe Kurdekî ji Îranê ye ku li Iraqê hatiye dinê. Gava malbata wî dawiya salên 1990´î koçberî Emerîkayê dibe, ew hîna 2 salî ye. Malbat pêşî diçe Phoenix, Arizona, û piştî ne bi demeke dirêj jî li Windhamê bi cih dibe ku ji hingê ve Haddadi lê dimîne. Gava ku malabata wî sala 2010´an çû serdana Rojhilatê Kurdistanê, ev jê re bû îlham ku vê pirtûkê binivîse.

Li gorî wî li Îranê her koma etnîk xwedî sînorên diyar ên zimanî ye lê li Emerîkayê rewş ne ew e. Xulase, ew dibîje, bi pirtûka xwe ew vê rêvîtiya xwe û tesîrên wê vedibêje, û dixwaze di navbera çandan de bibe navgînek.

 

WINDHAM