Komeke bi navê Piştgirên Gelê Kurd û Hindikahiyên Etnîk ên li Rojava li Ingilîstanê kampanyayeke hiqûqî li ser malpera Crowd Justice da destpêkirin. Armanca komê ew e ku ji bo dozeke hiqûqî ya li dijî Erdogan a li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) ya li Laheyê bidin destpêkirin, derfetên madî peyda bike.
Parêzerên dozê jî weke yên Nexus Chambersê diyar in ku ev şirketa hanê weke yeke pispor di warê mafê mirovan û dozên ceza de tê naskirin.
Metna kampanyayê bi gotinên Martin Luther King Jr, dest pê dike: “Neheqiya li deverekê tehlûkeya ji dad û heqa li her derê re”.
Kesên ku kampanya destpêkirine xwe weke komeke ne fermî ya Kurdistaniyan û dostên wan li derveyî Kurdistanê dide nasîn. Ew îşaret bi êrişên dewleta Tirk li dijî Kurdan û hindikahiyên din ên etnîk ên li Rojava dikin û dibêjin, “Qirkirina etnîk a piştî (êrişan) rê li ber jicihûwarbûneke mezin a girseyî vekir û bi dehhezaran zarok jî ketin ber vê pêla koçberiyê.
Pispor û bijîşk dixwazin bibin şahid
Em dixwazin Erdogan bibin ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) ya li Laheyê. Em vê dozê weke ferd datînin ber xwe ji ber ku dewleteke Kurdan nîne ji bo ku karibe doza wan biparêze. Têkiliya me yekser bi pispor û bijîşkên li cihêcih re heye ku dixwazin li ber dadgehê şahidiyê bikin.”
Armanca kampanyayê ew e ku destekê bidin vê doza hiqûqî. Kampanya ji bo berhevkirina 8 hezar poundên Ingilîz hatiye destpêkirin. Kêliya me nûçe amade dikir, bi giştî 23 kesan 4 hezar û 699 pound pere alîkarî dabûn kampanyayê. Kesên dixwazin dikarin li ser malpera www.crowdjustice.com li peyvên “Justice for Rojawa” bigerin û bi ser lînka kampanyayê ve bibin.
LONDON