ERKAN GULBAHÇE / BRUKSEL
Dadgeriya Belçîkayê di asta herî bilind de bi biryara 28´ê Çileyê îsal ya Dadgeha Temyîzê ya Brukselê got, “PKK ne terorîst e, aliyekî şerê çekdarî ye”. Piştî doza 10 salan tohmetên terorîstiyê yên li dijî PKK´ê hatin pûçkirin. Di dozên elaqedarî PKK´ê de jî îşaret bi hiqûqa şer hat kirin.
Em bi yekî ji parêzerên dozê Jan Fermon re li Brukselê peyivîn. Jan Ferman got, biryara dadgeriya Belçîkayê ji bo Ewrûpayê firsendeke muhim e, da ku siyaseta xwe ya dûrî çareseriyê biguherîne. Jan Fermon got, “Ev biryar bi awayekî eşkere dibêje, pirsgirêkek di nava sazî û daweyên Ewrûpî de heye û vê bangê li wan dike: ´Pirsgirêkek heye, ji bo ku hûn wê çareser bikin, ez firsendekê didim we. Ez nizanim ka dewletên Ewrûpayê wê vê firsendê bi kar bînin yan na. Tişta herî erênî ya ev biryara hiqûqê rê li ber vedike ew e ku dikare her du aliyan jî ji bo çareseriya pirsgirêkê teşwîq bike.”
Parêzer Jan Fermon got, ev biryar wê ji bo dewletên Ewrûpayê bibe mînak û wiha peyivî: “Li Ewrûpayê yekbûnek heye. Tiştekî li Belçîkayê ne sûc çima li dewleteke din a Ewrûpayê sûc bê dîtin, wê ti mantiqa vê yekê nebe.”
Jan Fermon got, ji bo ku ev biryara erênî ya Belçîkayê biçe welatên din ên Ewrûpayê hewldan wê dest pê bikin û ev biryara hanê nexasim jî wê bi awayekî erênî tesîrê li doza elaqedarî lîsteya rêxistinên terorê ya Ewrûpayê ya li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê bike. Li ser vê meseleyê wî got, “Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê sala 2018ʼan biryara dadgeriya Belçîkayê li ber çavan girt û biryareke erênî da. Ev biryara ku berê bû referans, niha hat piştrastkirin, teqez bû. Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê niha dikare bi awayekî rehettir biryarê bide ku PKK bi awayekî neheq di lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê de hatiye bicihkirin.”