Beriya runiştinê di serî de YEK-KOM û saziyên din yên Kurd amadekriyên xwe didomînin û komîteyên eyaletê tên avakirin.
ji çar parçeyan piştgirî
Li paytexta Hannover a Saksonya gelek nûnerên saziyên Kurdan tevli civîna Mala Gel a Kurdan bû. serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç û ji nûnerê YEK-KOM’ê M.Emîn Sevîm, Yilmaz Kaba û Abdullah Efe tevli civînê bû. Ligel vê gelek kes tevli civînê bûn. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç der barê kampanyaya nasnameyê de heta niha xebatên ku meşanibû vegot. Koç pirsên kesên tevli bibûn jî bersivan û got ji çar parçeyên Kurdistanê piştgirî ji bo wan hatiye û got vê jî motîvasyonek mezin daye wa.”
Piştre Abdullah Efe mafê axaftinê girt û got kampanyaya nasnameyê projeya herî mezin û dîrokî ya Kurdane û wiha got: “Di sedsala 21’emîn de hêj bê statubûn ji me re rewa tê dîtin. Kampanyaya nasnameyan divê xebata wê bê kirin. di wateyeke din de jî dîplomasiya gel e.”
Kesên tevlî civînê bibûn jî da zanîn ku vê kampanyayê heyecaneke mezin daye wan û YEK-KOM pîroz kirin.
ANF/BERLÎN