Li bajarê Hambûrgê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn ji bo Ferînaz Xosrewanî çalekî hate lidarxistin. 

Çalakî li semta Altona pêk hat û tevî nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di çalekiyê de axaftinên hatê kirin de şîdeta li dijî jinan pêk tê hate şermezarkirin û banga xwedîderketina li berxwedana li Mahabadê hat kirin.

Jinan dan xuyakirin ku ji bo careke din jin bi vî rengî nemirin girîng e têkoşîna rêxistinkirinê were xurtkirin û êrîşa li hemberî jina ciwan a bi navê Ferînaz Xosrewanî şermezar kirin. Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bimire rejîma Îranê" û "Bijî Berxwedana Mahabadê" bi dawî bû.


 Ciwan rejîma Îranê şermezar kirn

Li bararê Bonnê ciwanên Kurd bi navê Ciwanên Azad, ji bo Ferînaz Xosrewanî çalakî lidarxistin.  Ciwanên Kurd li pêşiya rêya gara trenê kom bûn û bi daxwiyaniyekê rejîma Îranê şermezar kirin. Ciwanên Kurd êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û êrîşên li dijî HDP'ê jî şermezar kirin. 


Li Munsterê çalekî

Li bajarê  Munsterê jî qasî 300 kes ji bo  Ferînaz Xosrewanî meşiya û hovîtiya li dijî Ferînaz Xosrewanî pêk hat şermezar kirin. 

Meşa bi pêşengiya Ciwanên Azad hat lidarxistin, li ber gara trenê ya Munsterê civiya û ji vir dest bi meşê kir. Girseya gel di meşê de bi sedan belavok belav kir û dûre li ber Mala Aştiyê mîtîngek lidar xist. Li ser navê ciwanan Şîlan Akbaş daxuyanî da çapemeniyê û rejîma Îranê lanet kir.

Li ser navê Civaka Azad Tahîr Koçer peyivî û got, "Ferînaz Xosrewanî rûmeta me hemûyan e. Ji bo em xwedî li rûmeta wê derkevin û hesap ji rejîma Îranê ya teokratîk bipirsin û lanet bikin, em li vir in. Gelê Kurd êdî ne ew gelê berê ye. Gelê Kurd xwedî wê hêz û qudretê ye ku hesap ji yên dest dirêjî nirxên wê dike, bipirse."


 ANF/HAMBÛRG/BONN/MUNSTER