Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ismaîl Dêrik axivî û bal kişand ser geşedanên dawî û rola komîteyên parstinê. Di dawiya axaftina xwe de Dêrik got ku rola Hêzên Parastina Cewherî di parastina ewlekariya welatiyan de û piştgiriya hêzên YPG’ê re pir mezine. Piştî axaftinê hemû endamên Hêzên Parastina Cewherî yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb soz dan ku dê heta dawiyê bi hemû hêza xwe parastina herêmê bikin û li ser riya cangoriyên şoreşa Rojava bimeşin.
Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Li Amûdê dewreya nû
Her wiha li Amûdê jî bo armanca parastina gund û taxan gelê Amûdê yekemîn dewreya parastina cewherî da destpêkirin. Li ser bingeha xweparastina rewa û ji bo tedbîrgirtina li hemberî hemû rewşên awerte nêzî 100 welatiyên bajarê Amûdê û gundên xeta Şehîd Lezgîn a girêdayî bajêr beşdarî yekemîn dewreya parastina cewherî bûn.
Di dewreya ku jinên ciwan û dayîk jî cihê xwe tê de digirin, de wê şêwazên bikaranîna çekan û parastina ji êrîşan were dîtin û dê nêzî 15 rojan dom bike. Perwerde ji aliyê hin welatiyên ku baş dizanin çekan bikar bînin û karûbarên leşkerî fam dikin, tê birêvebirin.
AMÛDÊ/QAMIŞLO