Di 7'e Çile de li navçeya Çelê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Endamê HPG'ê Agit Şengil (Ahmet Cudi) jî di nava 14 hevalên xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata HPG'î Şngîl piştî duh çûn cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin anîn navçeya Sîlopiye. Îro malbatê bi tevlêbûna rêvberên BDP'ê, MEYA-DER, Înisiyatifa Dayikên Aştiyê ya Silpiyê jî di navde bi 10 hezar kesan cenazeyê kurê xwe Agît Şengîl bi sloganên "Şehîd namirin" û "PKK gel e, gel li vir e" defin kirin. Girsê piştî cenaze bir Mizgefta Kevserê ji vir jî darbesta Agît Şengil danîn ser milê xwe û bi alên kesk, sor û zer heta goristana Başakê meşiyan. Girsê di meşê de bê navber slogan berz kirin. Welatiyên ku li şaneşîne jî piştgirî da meşe slogan berz kirin. Ciwanan di merasimê de meşa leşkerî pêk anîn. Girsê posterên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan, wêneyên 14 endamên HPG'ê û Şengil û wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin rakirin. Zêdeyî 10 hezar kesên tev li meşê bûn bê navber sloganên "Şehît namirin", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kiirin. Polîsan di meşê de girse dorpêç kir û tedbîrên mezin stendin.

Girsê li ser gorê sridûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û piştî canez defin kirin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ij dest dane rêz girtin. Girsê cenazeyê Şengil li tenişta endamên HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane defin kir. Di merasimê de Serokê BDP'a Sîlopiyê Muhsun Kunur, diyar kir ku dê girêdayî doz û şopa kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabin be û wiha got: "Kesên di şerê azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest didin ji bo gelê Kurd şer dikin."

Piştî merasima cenaze polîsan mudaxale kir

Bi 10 hezaran kes, piştî merasima cenaze ji bo mudaxaleya li hemberî Kurdên Rojava şermezar bike meş pêk anîn. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" berz kir. Di meşe de polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA mudaxaleyî girsê kir. Polîsan piştî bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir di navbera polîs û girsê de pevçûn derket. Piştî mudaxaleyê bi hezaran kes dîsa kom bûn û çûn mala sersaxiyê ya ji bo HPG'î Şengil li taxa Yenişehirê hatiye vedan ziyaret kirin.

ŞIRNEX