
Cenazeyê gerîla M. Nazil Demîr (Zerdeşt Pîrhat) ê di 2’yê cotmehê de di encama serdagirtina Qereqola Duru ya girêdayê Navçeya Lîcê de jiyana xwe ji dest dabû ji morga Saziya Adlî Tip a Meletî hate wergirtin. Bi sedan xwendekarên Lîseya Şehîdlikê ji bo beşdarî merasîma cenazeyê gerîla bibin, di nîvê dersê de polan vala kirin û bi meşekî beşdarî merasîmê bûn. Hezaran kesên li ber salona cenaze şûştinê rawestiya bûn, wêneyê HPG’yî Demîr bi singa xwe ve daliqandibûn. Dayika Demîr ku her tim sêhniya hineyê di destê xwe de digerand, jinan jî bê navber tililiyan dikşandin. Di merasîma cenazeyê de girse bê navber dirûşmeyên wekî “Şehîd namirin”, “Tolhildan”, “Ey şehîd riya te riya me ye”, “Bê serok jiyan nabe”, “Em dê cîhana bê serok di serê we de hilweşîn in”, “Ciwan herin eniyê misîlemeyê bike” hatin berz kirin.
Piştî vecîbeyên olî hatin kirin, bi hezaran kes cenazeyê Demîr, hildan ser milan û dest bi meşê kirin. Girse, di meşê de bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” cenazeyê heta goristanê birin. Li ser goristanê dayika Demîr Hîdayet Demîr ku sîniya hineyê di destê wê de bû, bang kir û wiha got: “Bila her kes zanibe îro daweta Zerdeşt e, Kurdistan bûke.” Dayika Demîr, pişt re dest bi xwendina sirûdên "Ey reqîb” û “Ey şoreşgerên Kurdistan” kir. Hezaran kes jî bi dayika Demîr re gotin. Pişt re Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, axaftinek kir û sersaxiyê ji malbatê re xwest. Aydogan, diyar kir ku malbata gerîla ligel vê êşê serbilindiya wan hêzek mezin da girseyê. Aydogan, da zanîn ku ew êşa malbatê ji dilê xwe hîs dikin û wiha axivî: “Em minetdarên şehîdên azadiyê ne. Heta em xeyala wan bi cih neyinin em dê têkoşîna xwe bidomînin û xurtir bikin.” Aydogan, derbirî ku heke hûn di nava hewildana dê PKK’ê xilas bikin de bin, vala vala nekevin nava wî hesabî ji ber ku bi tu awayî hûnê nikaribin PKK’ê xilas bikin.
Apê gerîla Demîr Saît Demîr jî got ku bila hikûmet hişê xwe bide serê xwe û wiha berdema kir: “Em her tim dibêjin bila ev cenazeya dawî be, lê çênabe bila hikûmeta hişê xwe bide serê xwe û vî şerî xilas bike.” Demîr, bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan jî û destnîşan kir ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekeve divê gelê kurd têkoşîna xwe xurtir bike. Piştî axaftinana Demîr bi dirûşma “Şehîd namirin” spartin axê.
Bi hezaran bi rê kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdal Çaçan (Serxwebûn Amed) ê ku 1'ê cotmehê li çoltara Sêz ê navçeya Norşînê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da bi girseyî li Amedê spartin axê.. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê Zubeyde Zumrut, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes li ber Goristana Yenîkoyê hatin cem hev. Piştî li goristanê vecîbeyên olî hatin bicihanîn darbesta Çaçan a bi alên PKK'ê û gulan hate pêçandin ji aliyê girseyê ve bi meşê birin goristanê. Di meşê de wêneyên Çaçan hatin vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vir e", "Cîhana bêyî Ocalan em dê bi serê we de hilweşînin" û "PKK Tolhildan" hatin berzkirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Ciwana bi heman posteran meşa leşkerî li darxistin û jinekî 70 salî jî bi ciwana re meşiya.
Piştî meşê cenazeyê Çaçan bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin. Piştî karên veşartinê rêzgirtin pêk hat. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di merasîmê de axivî û sersaxî li malbata Çaçan da. Zumrut, anî ziman ku gelê kurd zêdehî 30 sal in ji bo jiyanekî azad bedelan dide û wiha got: "Gelê kurd hêj jî wan bedelan dide. Pêvajoya em dibînin nîşaneya hikûmeta AKP'ê weke çareserî komkujî danîne holê. Îro gelê Amedê du ewladên xwe dan axê."
Piştî axaftinan girse ji bo tevlî daxuyaniya li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê bibin bi wesayîtan çûn ber girtîgehê. Serdanên sersaxiya ji bo gerîla Çaçan li Mala Şînê ya Şeklat a li Dîclekentê tên qebûlkirin.
AMED