Gerîlayê HPG´ê Mehmet Turken ku di 12-15'ê Sibatê de li herêma Besta ya Şirnexê tevî 14 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, per ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirt û birin Wanê. Cenazeyê Turken li navçeya Westanê ya Wanê ji aliyê karwana wesaîtan ve hate pêşwazîkirin. Polîsan di rê de karwana cenaze şopandin û li bajêr di ketina Kolana Mereşê de asteng kir û hemû rê bi panzeran girtin. Ji ber vê yekê Karwana cenaze li ser riya Şabaniyeyê kete bajêr.
Tevî astengiyên polîsan, cenazeyê gerîla Turken li bajêr ji aliyê girseyeke qelabalix ve hate pêşwazîkirin. Girseyê li vir cenaze girt û bi meşekê bir Goristana Karşiyakayê. Darbesta Turken a bi alên kesk, sor û zer hate girêdan bi sloganên "PKK gele gel li vir e" hildan.
Tevî Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur û rêveberên BDP, endamên Dayîkên Aştiyê, TUYAD-DER'ê jî tevlî merasîma cenazeyê bûn. Cenazeyê gerîlla Mehmet Turken li gorîstanê bi sloganên "Şehîd namirin" hate veşardin.
Li dijî hikûmetê nerazîbûn
Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Yakup Ataş axivî û diyar kir ku ji kuştin û mirinên rû didin hikûmeta AKP´ê berpirsyar e û got, " Em ligel hemû zilma tê kirin dest ji têkoşîna xwe bernadin û emê têkoşîna xwe bidomînin."
Apê Endamê Turken Nevzet Turken jî axivî û wiha got: " Ez bang li hemû rayedaran dikim ku êdî bila cenaze neyên ber deriyê tu malan. Ji bo pere û mehaneyên xwe vê xwînê ranawestînin."
Piştî axaftinan girseyê çû serdana konê sersaxiyê ya li taxa Esendere ya bajarokê Sixkê.
Başçi li Mêrdînê hate veşartin
Ji aliyedin we cenazeyê gerîllayê HPG'ê Yusuf Başçî (Huseyîn Munzur) ku di 11'ê Hezîranê de li çoltara gundê Baîxre yê navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan hatibû definkirin ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe wergirt bir Mêrdînê.
Cenaze ji aliyê endam û rêveberên BDP'ê, MEYA-DER'ê û sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Paşê cenazeyê Başçi birin gundê Cevizpinarê û li vir bi girseyî hate veşartin.
DÎHA/WAN/MÊRDÎN