Selamî Kayayê (Rojvan Sîpan) HPG'î ku di encama pêvçûna di meha Sibatê li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA'yê bi encam bû ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate girtin û anîn Wanê. Cenazeyê Kaya li ber Komeleya Ozgur Halk a Yenî Mahalleyê ji aliyê girseyek mezin ku di nav de Parlementerê BDP'ê ya Wanê Nazmî Gur, hevserokên BDP'ê yên Wanê, Cîginê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, endamên meclîsên şaredariyan, endam û rêvebirên TÛYAD-DER û MEYA-DER hebû, hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û yên Selamî Kaya hatin vekirin û alên PKK û HPG hatin hildan. Li vir darbesta Kaya bi alên HPG û PKK'ê hatin xemilandin û hildan ser milan. Cenaze bi vî awayî heta goristana taxê birin. Di merasîmê de girse bê navber dirûşmên "Şehit namirin”, “Biji Serok Apo”, “Ey şehîd xwina te li erdê namine" û "Bimre Erdogan" hatin berz kirin. Piştî veşartinê girse ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girt.
Soza berxwedanê hate dayîn!
Serokê MEYA-DER'a Wanê Natik Polat, bang li gelê Kurd kir ku xwedî li nirxên xwe derkeve. Piştî Polat, Parlementerê BDP'ê ya Wanê Nazmî Gur axivî û ji ber ku xwedî li cenazeyê Kaya derketin spasiyên xwe ji bo gelê Wanê anî ziman. Gur, wiha got:" Heta ku Kurdistan azad nebe, ev ax azad nebin, têkoşîn nasekine. Em li vir carek din soz didin. Riya wan riya me ye. Em soz li şehîdên xwe didin. Em ê heta dawiyê li ser riya wan bimeşin. Bila serê gelê Kurd sax be."
Piştî merasîmê girse çû serdana malbata Kaya û sersaxî xwestin.
Cenazeyê Aygul Emîre ya (Zîlan Serhat) HPG'î ku di meha Sibatê li herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû piştî testa DNA'yê nasnameya wan hate diyarkirin ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hate girtin û anîn Bajaroka Eganîsa girêdayê Navçeya Erdîşa Wanê. Cenazeyê Emîreyê li ser riya Erdîş û Elcewazê ji aliyek girseyek mezin hate pêşwazîkirin û bi konvoyek anîn bajarokê. Konvoya ku di nav de Seroka BDP'ê ya Erdîşê Perîhan Saglam, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, rêvebir û endamên BDP'ê, endamên meclîsa giştî ya bajar û yên şaredariyan hebû, cenazeyê anîn ber mala malbata Emîreyê. Cenaze demek kin li vir hate rawestandin û pişt re ji bo werin veşartin birin Goristana Eganîsê. Darbesta Aygul Emîre ku bu flamayên kesk û sor û zer hatibû xemilandin ji aliyê girseyê ve ji ambûlansê hate girtin û hildan ser milan. Li goristanê piştî wecibeyên olî bi cih hatin, tevî zêmarên jinan hate veşartin. Piştî dûayan girse ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz girt.
Şaredarê Eganîsê Veysel Keser li vir axivî û banga dawî lê anîna kuştinan kir. Keser anî ziman ku ciwanên ku tên kuştin ji bo azadî û demokrasiyê canên xwe feda dikin.
'Keç û şehîda gelê min e'
Bavê Emîre Fahrettîn Emîre jî da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha axivî: "Keça min keça hemû Kurdistanê ye. Serê hemû gelê Kurd sax be. Têkoşîna wan riya me ronî dike. Ez spasiyên xwe ji hemû hevalên ku keda wan derbas bûye û gelê xwe dikim." Dayika Emîre Kubar Emîre jî wiha got: "Tenê ne keça min e. Keç û şehîda gelê min e. Bila serê Serokê me û gelê Kurd sax be. Şehadeta wê dê riya me ronî bike."
Piştî axaftinan girse dirûşmeya "Şehît namirin" berz kirin û ji bo serdana sersaxiyê, derbasî konê şînê bûn.
Cenazeyê 5 HPG'iyan hate wergirtin
Cenazeyên Rifat Kizil (Çekdar Amed) û Ûbeydûllah Arik (Adil Çavşîn) ên HPG'î ku di encama êrîşa li Qereqola Şîtazînê ya li herêma Oremarê de jiyana xwe ji dest dabûn û di Goristana Bêkesan a Edeneyê hatibû veşartin ji aliyê malbatên wan ve hate wergirtin. Ji aliyê din cenazeyê 3 HPG'î yên ku di meha Sibatê li Herêma Besta ya Şirnexê di encama pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatên wan ve ji Meletiyê hatin wergirtin. Cenazeyê Ahmet Aktaş, Mûrat Karataş û Dervîş Çakmak ên HPG'î ku li Goristana Bêkesan a Meletiyê de hatibûn veşartin, piştî serlêdana malbatan a dozgeriyê, ji wir hatin wergirtin. Hate zanîn ku dê cenazeyê Aktaş li Mîdyada Mêrdînê, cenazeyê Karataş li Amedê û cenazeyê Çakmak jî dê li Edeneyê were veşartin. Malbatên ku cenazayan girtin, derketin rê.
NAVENDA NÛÇEYAN