Asayîşa PDK’ê li Behdînanê di Çile de di dema xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk de bi dehan kes destgîr kiribûn. Têkildarî rewşa kesên hatine destgîrkirin, raporek pêşkêşî Netewên Yekbûyî (NY) hate kirin.
Parêzer Rêbin Şemamî ragihand ku têkildarî rewşa 6 kesên ku hê jî destgîrkirî ne, wan raporek radestî Nûnertiya NY’yê ya Iraq û Konsolosxaneya DYE´yê kiriye.
Şemamî diyar kir ku di raporê de hatiye xwestin, kesên hatine destgîrkirin, demildest werin berdan û heta niha ti bersiv nehatiye dayin.
Hêzên asayişê destûr nadin ku parêzer kesên hatine destgîrkirin bibînin û têkildarî rewşa wan agahiyan nadin.
Dewleta Tirk a dagirker 23’ê Çile li Dêralûkê 4 sivîl qetil kiribûn, roja 26’ê Çileyê jî gelê Şêladizê bi ser baregeha Tirk de girt û ew baregeh şewitand. Piştî vê bûyerê operasyonên destgîrkirinê dest pê kir û bi dehan kes hatin girtin. Serokwezîrê herêmê yê PDK’yî Nêçîrvan Barzanî jî dagirkeriya Tirk parast û çalakger sucdar kirin. Ji destgîrkiriyan hîna jî 6 kes nehatine berdan û parêzerên wan jî nikarin wan bibînin.
ANF / HEWLÊR