
Piştî ku li Biryargeha berê ya JÎTEM'ê ya li Îçkaleya Amedê 11'ê Çileyê de di dema xebata vesazîkirana xwezayê de hestiyên mirovan hate dîtin, malbatên ku xizmên wan hatiye wendakirin serî li dozgeriyê dan û xwestin nasnameya kesên xwediyê van hestiyan were zelal kirin. Li ser vê bûyerê malbata Şêx Seîd jî kete nava hewldana û ji bo cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên ku bi wî re hatine darvekirin were diyarkirin serî li Dozgeriya Amedê dan.
Parêzerê neviyê Şêx Seîd Diyadîn Firat Prz. Sitki Zîlan diyar kir ku termên Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne li Saraykapi-Îçkaleyê ye lê bi îhtimalekî me serlêdanekî wiha kir. Zîlan, bibîr xist ku termên Şêx Seîd û 46 hevalên wî li derdorên nexweşxane, dibistan û qonaxa leşkeriyê ya li hemberî Ordueviya li Qada Deriyê ne û diyar kir ku, wan ji bo ev deran bê kolandin serî li Dozgeriya Amedê dane.
ANF/AMED