Têkoşîna parezvanên mafên mirovan û xizmên windayan a ji bo rastiya gorên komî ku bi Serhildana Şêx Saîd dest pê kiriye û bi bûyerên Dêrsimê, komkujiya Zîlanê û Newala Qasaban berdewam dike lê li gel vê yekê jî rayedarên dewletê bêdeng in. Li gorî rapora Sibata 2011’an a ÎHD’a Amedê heta niha di 26 gorên komî de hestiyên 171 kesan hatine dîtin û li bajarên cuda hê jî di 88 gorên komî de 298 kes hene. Piştî ku rapor hate aşkerakirin ji bo gorên komî gelek îxbar hatin û ev hejmar her diçe zêde dibe. Malbatên ku aqûbeta xizmên xwe nizanin û ji miriyên xwe jî têne mehrûmkirin lê aliyê din dewlet jî bi hemberî vê yekê weke „sê meymunan e.“ Li şûna ku rastiya gorên komî derxînin holê ser wan têne girtin. Li Bedlîsê herêma gorên komî bi sergoyê li Newala Qasaban jî di bin navê „daristana bajar“ de têne texrîbkirin.

‘Divê li gorî standardên navneteweyî bêne vekirin’
Endamê MYK’a ÎHD’ê Serdar Çelebî der barê gorên komî de got ku êdî îro şunde li Tirkiyeyê rastiya gorên komî nayê înkarkirin. Çelebî destnîşna kir ku divê gorên komî di demeke kin de bêne vekirin û hestiyên wan bidin malbatan û wiha berdewam kir: „Divê dewlet bi vê rastiyê re hevrû be. Divê şerma di salên 90’an de hatiye kirin ji holê rake. Ev gor divê hemû bên vekirin û ji mirovan lêborînê bixwaze.“
Çelebî diyar kir ku divê gorên komî tenê teslîmî dozgeran neyê kirin û li gorî standardên navneteweyî bêne vekirin û wiha got: „Bi kepçeyê vekirina gorên komi û careke din mirovan êşandin ne rast e. Divê dewlet vê yekê neke. Ev li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê jî divê komîsyon bê avakirin. Em qala bi hezaran windayan dikin, qala bi sedan gorên komî dikin. Ev bi du, sê dozgeran nabe.“

‘Divê bibe polîtîkaya hikûmetê’

Çelebî da zanîn ku ev mijar bi dozgeran re nayê çareserkirin û ji ber vê yekê jî divê wezaret bê damezirandin. Çelebî di dawiya axaftina xwe de wiha got: „Divê wezaretek bê avakirin û ev yek bibe polîtîkaya hikûmetê. Ji ber vê yekê jî divê ji kesên pispor heyeteke navneteweyî bê avakirin û rayeyê bide komîsyonê. Ev rastî divê ji aliye Tirkiyeyê ve bê qebûlkirin û bi giştînameyeke bibe qanûn. Dewlet ji bo ku gorên komî bên vekirin pere dide Bosna-Hersekê. Lê gorên li vir? Dewlet di vî warî de gavên cidî navêje. Ev şerma dewletê ye û şerma miovahiyê ye.“

SERTAÇ KAYAR/DÎHA/AMED




Li Başûr jî 491 termên Kurdan hatin derxistin

Li Dîwaniyeyê 491 termên şehîdên Kurdan ji gorên komî hatin derxistin.
Derbarê wê mijarê de, Wezîrê Karûbarê Enfal û Şehîdan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aram Ehmed Mihemed ragihand ku bi armanca şopandina rewşa gorên komî digel şandeyekî hikûmeta herêmê serdana bajarê Dîwaniyeyê kiriye.
Her weha Aram Ehmed da zanîn ku heya niha nêzî 491 termên şehîdên Kurd ji gorên komî ji aliyê tîmên lêgerînê ve hatine derxistin û dê berdewam bin heya dawiya rojî yê da ku hemûyan derxînin û raweneya Herêmê bikin. n PUKmedia