Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK´ê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û zextên li dijî gelê Kurd dane destpêkirin mezin dibe. Saziyên sivîl ên civakî yên Amedê xwestin daxwazên dîlên azadiyê li ber çavan bên girtin û diyar kirin ku heke li girtîgehan mirin çêbibin berpirsiyarê vê yekê Wezareta Dadê ye.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û mafên wî yên tendurîstî, ewlehî û azadiyê bên naskirin, di 12'ê Îlonê de dest bi berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Berxwedan berdewam dike û ligel vê yekê çalakiyên piştgiriyê û bangên hestiyarê jî tên kirin. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û nûnerên TUHAD-FED'ê piştgirî dan berxwedanê û bang kirin ku daxwazên girtiyan werin bicîhanin.

Bi salane zext tên meşandin
Sekreterê TUHAD-DER'ê Mehmet Temîzyuz, diyar kir ku di salên 1980'an de berxwedanên  greva birçîbûnê bi mirinan bi encam bibûn û wiha got: "Dîlên azadiyê dibêjin heta daxwazên wan bicih neyên dest ji berxwedana xwe bernadin. Ev yekê jî weke çalakiyên salên 80'an bi mirinan bi encam bibin tîne bîra mirovan. Weke tê zanîn li Tirkiyeyê trajediya girtîgehan di 30 salên dawî de tundtir bû. Di sala 2006''an de bi konsepta şer a AKP'ê gihiştin astekî din. Dixwazin kurdan bi vê konseptê di girtîgehan de teslîm bigirin."
Temîzyûz destnîşankir ku berxwedana greva birçîbûnê di rojên pêş de bigihije ber sînorê mirinê û divê raya giştî bi hestiyar be û wiha got: "Di rojên pêş de di berxwedana greva birçîbûnê de wê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî derbikevin holê. Di vê mijarê de divê Wezareta Dadê û hemû rêveberên girtîgehan xwe berpirsyar bibînin."

ÎHD banga hevdîtinan kir

Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî,diyar kir ku divê hevdîtinên Osloyê careke din berdewam bikin. Bîlîcî, anî ziman ku ji bo çareseriyê divê bi Îmraliyê re diyalog û mûzakere pêk bên û wiha got: "Em bawer dikin heta şertên birêz Ocalan neyên sererastkirin, diyalog û muzakere nayên destpêkirin ji bo çareseriya pirsgirêkê tu tiştên samîmî pêk nayê. Muhatab li wir e û divê bi wî re hevdîtin pêk bên." Bîlîcî xwest ku daxwazên dîlên azadiyê ku bedena xwe dane ber mirinê were bicihanîn.

Dayîk jî piştgirî dan
Ji aliyê din ve Dayikên Aştiyê jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin li Batmanê rê li trafîkê girtin. Dayikan li ber şaredariya Batmanê kom bûn û li yek ji kolanên navendî yên bajêr, li pêşiya avahiya şaredariyê rê li çûnûhatinê girtin. Dayikan li kolanê demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û daxuyaniya çapameniyê dan.
Li ser navê dayikan Meyasa Akdag daxuyanî xwend û xwest yekser tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û  parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Akdag bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û xwest beyî encameke neyenî rû bide, daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.  


Li 154 girtîgehan grev

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK û PAJK´ê di roja 12´ê Îlonê de dane destpêkirin, li 15 girtigehan dewam dike. Heta niha 137 girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne.
Girtîyên li 14 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirine ev in;
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê: Sara Aktaş, Mizgîn Ari, Nîhayet Taşdemîr, Herdem Kizilkaya, Pero Dundar, Besîme Konca, Seve Demîr, Taybet Belge û Zeynep Kaplan.
Girtîgeha Tîpa D a Amedê: Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlûm Tekdag, Ercan Şengul, Tayîp Temel, Ramazan Başari, M. Şerif Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davut Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr, Osman Otun.
Girtîgeha Kandirayê ya Hejmar 1: Omer Faruk Çalişkan, Fehmi Arslan, Mahmut Guçin, Yusuf Keskin, Cevdet Halim, Îbrahim Aykurt, Nihat Baran, Necat Saci, Aydin Tunç û Hakan Yalçinkaya.
Girtîgeha Kandirayê ya Hejmar 2: Muhammet Mahmo, Şehmus Oncel, Yasin Yılmaz, Ersin Yolu, Erol Şen, Suphi Yalçinkaya, Emrah Kaplan, Nazmi Dogan û Abdullah Ruzgar.
Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê: Gulistan Abdo, Gulan Kılıçoglu, Emel Gultekin, Dilşah Kocakaya, Rızgar (Ecevit) Turhan, Burhan Eviz, Tevfik Ozdemir, Erdi Çelik, Abdurrahman Budak û Lokman Karaşi.
Girtîgeha Tîpa F a Boluyê: Sakip Hazman, Abdullah Oral, Maruf Turkan, Aydin Şaka, Muzaffer Akengin, Murat Avci, Hasan Ateşçi, Ali Şek, Ali Adiman û Ahmet Akkurt.
Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê: Nihat Varli, Tahir Temel, Îzzet Eren, Sedat Avci, Bayer Ugurlu, Salih Erdem û Bulent Akar.

Girtîgehên di roj 24’ê Îlonê de dest bi grevê kirine ev in;

Girtîgeha Tîpa H a Erziromê: Hacî Sincer, Selman Gulbahçe, Sinan Gencer, Omer Çelik, Adem Yilmaz, Muzaffer Yilmaz, Kanî Çelîk, Îbragimov Vezîr Abbassaviç, A. Kadîr Irmak û Veysî Akgonul.
Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê: Sedat Çayir, Mehmet Înatçi, Îlhan Dayan, Mazhar Tumen, Şerif Erten, Recep Bal, H. Mesut Çelebi, Edip Erdem, Mahsum Kahraman û Metin Toprak.
Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê: Fatma Koçak, Ayşe Oyman, Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekin, Çimen Turk, Canan Guler, Nucan Can, Hacire Tanırgan û Hanim Çelik.
Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê: Mehmet Çelîk, Cevzet Derse, Muslum Demîr, Necmettîn Ayhan, Murat Gumuş, Eyup Çelîk, Mulazim Manyak, Şaban Şahîn, Mubarek Aku û Îlyas Arzu.
Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê ya Hejmar 2: Mumtas Aydeniz, Ridvan Balku, Erdal Avci, Aslan Îşçioglu, Îsmail Adalmiş, Arif Yilmaz, Osman Koşut, M. Selim Çelik, M. Baki Bingol, Şeyhmus Kalkan.
Girtîgeha Tîpa M a Mîdyada Mêrdînê: Derya Moray, Ayşe Kara, Mustafa Ayhan, Kemal Bahtiyar Hasan, Îlyas Demir, Beyhan Gozmen, Gıvara Atıko.
Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê: Yunus Durdu, Musa Arslan, Firat Arzu, Mehmet Yavuzel, Cumhur Karuman, Hiriş Menberî, Emin Gezer, Şirin Şahin, Zuleyha Yilmaz û Behice Tanriverdî.

 DÎHA/AMED