Ji çar aliyên Awûstralyayê welatparêzên Kurd û Awûsturalyayî tevlî merasîma cenaye bûn. Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê a li Melbournê pêk hat, û saet 14.00’an bi anîna cenazeyê Hardîng destpê kir. Malbata Hardîng jî di merasîmê de amade bû.
Kurd xwedî lê derketin
Cenaze bi dirûşme û tiliyan hat pêşwazîkirin, piştî xwendina sirûda Çerxa Şoreşê li salona navendê, merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de sirûdên neteweyî yên Awûsturalya û Kurd hatin xwendin. Axaftina yekemîn li ser navê NAV-KURD´ê ji aliyê Fatoş Yilmaz ve hat kirin. Yilmaz a malbata Hardîng silav kir diyar kir ku kesên wek Reece Hardîng ên li hemberî qetilkirin û destdirêjiya li hember mirovan bêdeng neman û çûn Kurdistanê heviyek in.
Piştî Yilmaz li ser navê Komeleya Kurd a Sydney-Awûstralya Brûsk Aeîverî jî diyar kir ku Aveîverî ji bo gelê Kurd çavkaniya serbilindiyê ye.
Dayik bi cilûbergên Kurdî bû
Dayika Reece Hardîng Michelle Hardîng a cil û bergên Kurdî li xwe kiribû jî di nav rondikan de axivî. Dayik Hardîng ji bo piştgiriya gelê Kurd daye wan spas kir. Hardîng axaftina xwe bi gotina Kurdî ya, “Bijî Kurdistan-ji Kurdistanê hez dikim” bi dawî kir.
Cenaze paşê ji navendê hat wergirtin û hat oxirkirin. Di dema oxirkirinê de beşdaran kevok firandin.
Ji bo Hardîng wê li eyaleta Queensland a malbata wî lê dijî wê merasîma malbatî bê lidarxistin. Wê cenaze li wir bispêrin axê.
Merasîma cenaze di yekemîn nûçeya yekemîn bû di televîzyon û rojnameyên Awûstralyayî de.
ANF/MELBOURNE