
Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welêt li dijî qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin. Di çalakiyan de banga piştgiriya HDP’ê hat kirin, ji bo dewleta Tirk dankirin hatin xwestin.
AARHUS: Li Danîmarkayê çalakiyên destekdayina HDP’ê didomin. Duh piştî mîtînga li ber Sefîrxaneya Tirk a li Kopenhagê, îro jî li bajarê Aarhus ê nîvgirava Jyllandê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ku ji hêla Platforma Aştî û Demokrasiyê hat organîzekirin li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin.
TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Toronto û Mala Cemê ya Torontoyê meşek hat lidarxistin. Meş, ku li cadeya herî qelebalix a bajêr Yonge St. hat lidarxistin, bi dirûşme û muzîkê bal dikşand. Meş piştî ku li Nathan Phillips Square daxuyanî hat xwendin bi dawî bû.
BÛDAPEŞTE: Li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê jî daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn, broşurên ku faşîzma AKP’ê vedibêjin bi zimanên Îngilîsî û Macarî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de ji bo parlamenterên HDP’î peyamên piştgiriyê hatin dayîn.
SARRGUEMINES: Li bajarê Sarreguemines ê Fransayê bi çalakiyek girseyî ve operasyonên qirkirina siyasî hat protestokirin. Kurdên li Sarregueminesê dijîn bi desteka Navenda Çanda Kurd, Tevgera Jinê ya Kurd, Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst a Fransa (PCF) û sendîkaya CGT’ê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin, pankart hatin rakirin. Di çalakiyê de dûvre dîsa li navenda bajêr li ber Edliyeyê mîtîngek hat lidarxistin. Li vir axaftin hatin kirin û peyamên piştgiriya bi gelê Kurd û nûnerên wê re hatin ziman.
NICE: Li bajarê Nice yê Fransayê jî operasyonên qirkirina siyasî bi meşekê hat protestokirin, ji bo HDP’ê destek hatin ziman.
VORALBERG: Kurdistaniyên li eyaleta Voralberg a Awûstûryayê dijîn, ji bo zextên li ser HDP’ê şermezar bikin tevî dostên xwe meşiyan. Saziyên Tirkiyeyî û Awûstûryayî jî destek dan çalakiyê. Çalakgeran alên HDP, KCK, Parîzan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Meş piştî axaftinan qediya.
MALMO: Li bajarê Malmo yê Swêdê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina girtina parlamenterên HDP’yî careke din daketin qadan.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Malmo, Komîteya Rojava û Komîteya Bakur pêk hat û YNK û Tevgera Goran jî destek dan.
BOLLNAS: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gavle, bi heman armancê li Komuna Bollnas a Swêdê meş û mîtîngek lidar xist.
Girseya gel li stasyona trenê li hev civiya, pankartên bi nivîsa “Yekîtiya Ewropa çavên xwe veke”, “Dîktatoriya Erdogan rawestînin” hilda û dirûşmên “Dest nede vîna min”, “Faşîst Erdogan” qîriya.
AVÎGNON: Operasyonên qirkirina siyasî li bajarê Avîgnon ê Fransayê bi meşekê hate şermezarkirin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û AKM ve hat organîzekirin û ji ber stasyona trenê ya Avîgnonê dest pê kir, heta navenda bajêr dewam kir.
NAVENDA NÛÇEYAN