BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê her roj mîtîng û meşên girseyî tên lidarxistin û li kolanên bajêr dirûşmên “Kujer Erdogan, faşîst AKP”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Destên dirêjî HDP’ê dibin bila bişikên” û “Demîrtaş-Yuksekdag rûmeta me ne” deng vedidin.

Pêr dîsa 1200 kes tevlî mîtînga li Brandenbûrger Tor bûn. Piştî mîtîngê girseya gel ber bi Parlamenta Elmanya ya Federal (Bûndestag) û Serokwezaretî (Bûndeskanzleramt) ve meşiyan. Parlamenterên Partiya Çep ên Parlamenta Federal Andrej Hûnko, Dîether Dehm û rojnamevan-dîroknas Nîch Braûns beşdarî çalakiyê bûn.

WESEL: Meş û mîtînga ji bo piştgiriya HDP’ê hate lidarxistin, ji aliyê Mala Êzidiyan a Weselê ve hate organîzekirin. Nûnera DIE LINKE Barbara Wagner ji beşdarî çalakiyê bû. 

MUNCHEN: Bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê, li Gara Trenê ya Navendî çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

DARMSTADT: Dîlgirtina rêveberên HDP û DBP’ê bi meşekê hate şermezarkirin. Tevî ku baran dibariya jî bi qasî hezar kes saetekê meşiyan.  

KAÎSERSLAÛTERN: Li Kaîserslaûternê, li dijî operasyonên dîlgirtina HDP’yiyan, standa agahdarkirinê hat vekirin. Stand wê 3 rojan vekirî be.

FREIBURG: Ji aliyê Meclîsa Jinan a Nûdayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê, têkildarî girtina parlementerên HDP’yiyan standeke agahdarkirinê hat vedan. 

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê jî bi organîzekirina Meclîsa Jinan a Ronahî-Berîvan, Navenda Civaka Kurd, DGB,HDK’ê meşek hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li Paradeplatzê hatin gel hev ber bi Zanîngeha Mannheîmê ve meşiyan.

MARBURG:Li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê, di çarçoveya kampanya “Xwebûn-Xweparastinê” de ku bi pêşengiya ciwanên jin ve tê meşandin, pankart hatin daliqandin.

HAMBÛRG: Kurdistaniyên ku li Monckeberg a navenda bajêr kom bûn, wêneyên parlementerên HDP’ê hilgirtin û pankarta “Êrîşa li ser HDP’ê hate lidarxistin şermezar dikin” vekirin.

PARÎS: Li paytexta Fransayê Parîs jinan ji bo şermezarkirina faşîzma Erdogan-AKP’ê û banga hestiyariyê li ber avahiya Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) çalakî li dar xistin. Rayedarên AFP’ê jî diyar kirin ku, ew ê li dijî vê rewşê hestiyartir bin.

RENNES: Bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zînê û CDK-Rennesê Kurdistaniyan çalakî li dar xistin. Girseya ku li Place de la Maîreyê civiya heta ber avahiya Ajansa Nûçeyan a Ouest Franceyê ve meşiyan û bi dîrektorê ajansê re hevdîtinek pêk anîn.   

MARSÎLYA: Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan Arîn Mîrkan de mîtîngek li dar xist. Di mîtînga li pêşiya avahiya walîtiyê hate lidarxistin de, faşîma AKP’ê protesto kirin.  

DAN HAAG: Li Den Haagê bi pêşengiya TJK-E’yê li pêşiya avahiya parlementoyê çalakiya protesoyêhate lidarxistin. 

STOCKHOLM: Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo girtina parlamenterên Kurd şermezar bikin,  li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn.

BERGEN:  Li Bergen a Norweçê pêr di saetên şevê de Kurdistaniyên kom bûn, rejîma AKP’ê ya li ser HDP’ê protesto kirin.

ZÛRÎH: Li bajarê Zûrîh ê Swîsreyê li pêşiya şaredariyê çalekeyike protestoyî hate lidarxisin. Çalakî ji aliyê Dem-Kurd, Meclîsa Gel a Zûrîh, Tevgera Jinan a Swîsreyê û KCD-Zûrîhê ve hate organîzekirin.

VIYANA:  Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê jî çalakiyên ku bi sirûda “Dest nede vîna min” hatin lidarxistin dewam dikin. Ciwanên Azad li Stephansplatz a ku yek ji cihê herî qelebalix a Viyanayê ye stand vedan. PRAG: Li paytexta Komara Çek Prag jî çalakiya protestoyê hebû. Bi beşdariya Kurdistanî û Çekiyan li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

CENEVRE: Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî pêk hat. Nûnerên gelek rêxistinan li vir axivîn û piştgirî dan HDP’ê. Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê Laûrence Rîelle Fehlmann, ji Partiya Keskan Ûelî Leûenberger û li ser navê Eniya Gel a Tûnisê Anîs Mansoûrî axivîn. 

SÛSSEX: Li herêma Sûssexê ya Îngîlîstanê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin û ji bo HDP’ê banga piştgiriyê hat kirin.Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê li pêşiya avahiya BBC a li herêma Sûssexê pêk hat. Di çalakiyê de dosyayek radestî rayedarên BBC hat kirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN