Derhênerê Kurd Danî Darîn ev 11 sal in ku li Ingilîstanê dijî. Filma herî dawî ya Danî Darîn bi navê “16/03” li Amerîka û welatên Ewrûpayê heta niha 30 xelatên cuda yên navneteweyî wergirtine.

Dîmenên filmê li Başûrê Kurdistanê û li Ingilîstanê hatine tomarkirin. Danî Darîn ê ku bi navê xwe yê medenî Helmet Selah e, sala 1980´yî li gundê Kelekanî yê ser bi Qeladizê hatiye dinê. Ew ji bo alîkariya madî ji Herêma Kurdistanê dibêje, li Başûrê Kurdistanê di warê aborî de ti kesî alîkariya wî nekiriye.

Filma “16/03” li ser komkujiya Helebce ye û behsa hevrikiya aliyên siyasî dike ka  di encamê de kesên bêguneh çawa bûne qurbanê biryarên wan. Derhêner dibêje, “Armanca sereke ya filmê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan yên li Helebceyê bi civaka navneteweyî bide zanîn.”

30 xelat wergirtin û hîna namzet e

Danî Darîn dibêje, filmê heta niha 30 xelat wergirtine û li festîvalên navneteweyî yên Emerîka û welatên Ewrûpî weke namzetê xelatan hîna jî tê nîşandan. Film ji bo 4 beşên Xelata Neteweyî ya Meliktiya Yekbûyî ya ku wek “The National Film Awards UK” tê zanîn jî bûye namzet. Li ser filma xwe di vê festîvalê de derhîner dibîje, “Filma me rikeberiya filmên bihêz en Hollywoodê dike ku budceya wan zêdeyî 200 milyon dolarî ye. Lê filma me bi budceyeke kêm û alîkariya xwebexşan hat çêkirin. Tevî vê yekê jî di beşên wek baştirîn senaryo, baştirîn filma aksiyonê, baştirîn filma dirêj û baştirîn filma serbixwe de bûye namzet.”

Film li Başûrê Kurdistanê jî di çarçoveya festçvalan de li Silêmanî û Hewlêrê hat nîşan dan lê li gorî derhêner li vir elaqeya heqkirî, nîşanê filmê nehatiye dayîn: “Lê mixabin li Hewlêr û Silêmaniyê eleqeya pêwîst nedît. Lê baweriya min a ji bo doza gelê me yê rewa, zêde bûye. Ez dixwazim ji gelê xwe re bibim alîkar.”

Xelkê Helebce û karmedên Bîrdariya Helebceyê ji bo filmê bûne alîkar, lê derhner Danî Darîn gazinan ji şaredarî û asayişa Helebceyê dike ku bûne asteng. Film cureya aksiyon, drama û polîsî ye û qederê 2 saetan dirêj e. Li Kurdistan û Ingilîstanê dîmenên wê hatine girtin. Herçî lîstikvan in jî ji sedî 80 Ingilîz û ji sedî 20 jî Kurd in.

 

NAVENDA NÛÇEYAN